Li Amedê Akademiya Cegerxwîn ku di 2010’an de di bin sîwana Şaredariya Peyasa Amedê de hat damezirandin weke konservatuarekê dixebite û li navendê di 6 beşên huner û wêjeyê de ders tê dayin. Akademî bi ‘Çalakiyên Dawiya Salê’ her sal berhemên xwendekarên xwe bi hunerhêzan re par vedike hem jî diyar dike ku ji bilî çanda populer çand û huner bi rastiya civakê re jî dikare bê pêşxistin û berhemên qedirbilind derkevin holê.


Ji bo çûk û mezina kurs

Rayedarên navendê diyar kirin ku ji ber ku serlêdanan zêde ne polên ku ji bo 25 kesan vekiribûn ji bo her polê rêjeyê heta 60 kesî zêde kirine. Rayedaran da zanîn ku ew ji bo mezin û biçûkan kursên wekî wêjeya Kurdî, erbena, şano, sînema, gîtar, keman, tembûr û govendên gelêrî vedikin.

Rayedaran destnîşan kir ku armanca wan di betlaneya havînê de qadeke alternatîf a ku welatî bikaribin xwe pêş bixin û li ser esasên çanda civaka xwe perwerde bibin xebatên xwe didomînin û ji ber eleqeya zêde spasiya gel kirin. 


 AMED