HPGê ragihand ku roja 7ê Çile gerîllayan li navçeya Colemêrgê Çelê li dijî hêzên rejîma tirk çalakiyek berfireh lidarxistine û di encamê de 34 esker hatine kuştin û 8 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên HPG-NÇR’ê di çalakiyê de, qereqola Karataş, Tugaya Çelê, baregeha leşkerî ya Girê û karwanekî leşkerî yê wesayîtan bûne hedef û di encamê de herî kêm 34 eskerên tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayan ji çar aliyan êrîş birine ser qereqola Karataş û di vê çalakiyê de 7 esker hatine kuştin. HPG da zanîn ku di êrîşa gerîlayan a li dijî nîzamiya qereqolê de jî 17 leşker hatine kuştin.
HPG-NÇR’ê ragihand ku di van şeran de 2 gerîllayan jî jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku dema komek gerîlla xwestine 2 gerîllayên birîndar ji herêma şer dûr bixin rastî êrîşa balafirên şer û çekên giran hatine û di encamê de 6 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê ragihand ku piştî bombebaranê 5 gerîlla jî ji yekîneya xwe qutbûne, ji 9’ê Çile ve ji wan agahî nayê wergirtin.
ANF/BEHDÎNAN