Şahiya alîkariyê ji aliyê Mala Êzîdiyan ya Cellê yê ve hate organîze kirin. Di şahiyê de gelek komên muzîkê jî derketen sahnê û bi muzîka xwe xwestin ku alîkariya aborî ji bo Batmanê were komkirin.  Li Batmanê ji bona kesên rewşa wan a aborî xerabe sifreya vekirî hatiye vekirin. Ev şahî ji bo piştgirtiya vî karî hate organîze kirin. Gurbet Nas jî wek berpirsiyara Atolya Jinan bi navê Hêvî li Elîhê tev li Konserê bû. Konser bi koma muzîkê ya dibistana bi navê Yamaha. Koma Laliş a govendê û Koma Amed bi rengekî coş berdewam kir. Di dawiya şevê de nêzîkî 1.500€ alîkarî ji bo Batmanê hate berhevkirin. 


DENÎZ AMED / HANNOVER