ARGEŞ ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

 

Di baweriya Êzîdiyan de rojîgirtin çi ye? Êzîdî 3 rojiyan wek li ser wan ferz e, digirin. Ew rojî jî dikevin dawiya salê. Di baweriya Êzîdiyan de di wan rojiyan de xwîn nayê rijandin, ji ber wê yekê jî beriya rojîgirtinê bi demeke nêzîk, her malbat pez ango serbireke xwe serjê dike, ji bo pê rabin rojiyê. Roja serbirê jî rojeke taybet e, ew roj jî dikeve roja Duşem, Sêşem, Çarşem û Pênçşemê û roja Înê cejna rojiyan e û jê re tê gotin, Cejna Rojên Êzî.


Betlane ye

Di van  her 3 rojan de kar û xebat di nava gelê Êzîdî de nayê kirin û her kes tenê ji bo Xwedê duayan dike. Mirovê Êzîdî di van rojiyan de xwe ji her tiştî diparêze.

Her wiha di baweriya Êzîdiyan de kesê ku rojî bigire, divê ji her tiştî bêhtir li ser zimanê xwe hakim be û axaftina nerast neyê ser zimanê wî; “Heçê hukim kir li zimanê wê boriye li ber rehmanê wika çêl çile û micada hilanî.” Yanî tê wateya ku her kesê ku li ser zimanê xwe hakim be, ew kes li ba Xwedayê xwe yê boriye û weke çil rojan rojî girtibe ne tenê yek rojê.

Kesê ku nexweş be yan jî nexweşiyek wan taybet hebe yan jî seferî be dikare rojiyan negire û li ser wî ne ferz in jî.

 

Nedirkirina rojiyan

Beriya ku Rojiyên Êzî dest pê bikin gelek kes hene rojiyan li xwe nedir dikin û li xwe qewil dikin ku rojiyan bigirin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e beriya rojiyan ew kes dest bi wan rojiyên xwe bikin û bigirin.

Rabûna rojiyan di fecira sibê de ye û beriya ku dinya zelal bibe yan jî ronî bibe  dev ji xwarin xwarinê û av vexwarinê berdidin û heta ku tarî nekeve ser rûyê erdê, bi wî rengî dimînin. Her kesa di malê de li ser sifra xwarinê rûdine û bê ku kesek bimîne û mal mezinê malê ango dayik û bav dest bi duayan dikin û dibêjin, “ya Xwedê û Êzî tu xêra me û zarokên me û her kesê xêr xwaz qebûl bikî” û nû dest bi fitara xwe dikin.

 

Çilegirên civata Êzîdî

Di nava civaka Êzîdiyan de ne tenê 3 rojî hene, lê hinek kes hene û weke oldarên Êzîdiyan tên naskirin û ji wan re dibêjin Çilengir. Ew kes di nava salê de 80 rojan rojî digirin. Kesê ku bixwaze bibe çilegir jî divê 40 rojan bi rojî bibe û ev 40 roj jî di nava 20 salan de wê biqede. Ji ber wê yekê jî kesê ku çilegir be 40, rojan ji çilê havînê û 40 rojan ji çilê zivistanê bi rojî dibe. Ew kesê ku li ser cihê çilexanê jî rûne divê beriya wê li ser ola xwe hakimiyeteke wî/wê ya cuda hebe. Ev kes jî rojana beriya roj hilê, radibin dest bi duaya dikin û duayeke wan a taybet jî heye ku jê re dibêjin Beyta Cindî. Ev beyt jî seatekê li ser piyan berê mirov li rojhilat, tê gotin.