Li Çemçemal pêşengehek ya pirtûk û wêneyan hat vekirin. Rêveberê Gişti yê Pirtûkxaneya Çemçemalê Karwan Mihemed got: “Ew kriza ku lı xwendevanên Kurd daye, em ji bo kêmkirina wê birêya vekirina pêşangehên pirtukan kar li ser dikin.” 

Li Pirtûkxaneya Giştî ya navçeya Çemçemal a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê doh pêşangehek pirtûk û wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên der barê sûcê Enfal û kîmyabarana Helebce de hatin nîşandan.

Rêveberê Giştiyê Pirtûkxaneya Çemçemalê Karwan Mihemed di derbarê vekirina pêşengeha pirtûkan de ji ajansa me re axivî û got: “Di vê pêşengehê de çar heya pênç hezar pirtûk hatine nîşandan. Wê ev pêşengeh heya hefteyek vekirî be. Me hewlda ku mehane û salane wek fêrbûnek pêşengeh vekin ku zêdetir xwandevan serdana pirtûkxaneyê bikin.”

Karwan Mihemed got: “Ew kriza ku lı xwendevanên Kurd daye, me ji bo kêmkirina wê birêya vekirina pêşangehên pirtukan kar li ser dikin.”

Di heman pêşengehê de navenda Wêje û Rewşenbîrî ya Sengawe pêşengehek a wêneyan vekir. Di vê pêşengehê de wêneyên balê dikişînin ser sûcê Enfal û birînên Helebce hatin nîşandan.

Divê derbarê de berpirsê Navenda Wêje û Rewşenbîriya Sengaw Kamil Mehmud Arif got: “Em ji wek navenda xwe bi wêneyên xwe beşdarî vê pêşengehê bûn ku qala sûcê enfal û birînên Helebce dike. Ji bo ev birîn werin derman kirin em didin nîşandan.”

Kamil Mehmud Arif balkêşa li ser vekirina pêşengehên wisan û diyar kir ger pêşengehên wiha neyên vekirin dibe ku nesilê nû van sûcan ji bîr bikin.


AŞTÎ EHMED / ROJNEWS / ÇEMÇEMAL