Bajarê Cerablusê ji Tebaxa 2016`an ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Li herêmên dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk û komên cuda de şer diqewime. Li herêma ji bajarê Cerablus heta bajarê Efrîn û Ezaz û Babê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayê wê de, nakokî û tevliheviya ewlehî rû dide, pir caran ji bo desthilatê çete bi hev dikevin û çalakiyên kuştin, dizîn, revandin û destdirêjî pêk tên. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine girtin doh seat 02:00 heta serê sibê li bajarê Cerablusê dengê gulereşandinê hat bihîstin. Li Efrîna dagirkirî jî heman şer rû didin, di demekê de ku nakokî li bajarê Marî û Soran jî belav bû. Li gorî agahiyan sedema şer ji ber nakokiyên hundirîn di navbera çeteyan de li ser desthilata hundirê herêmê ye. Di şer de çekên giran jî tên bikaranîn û ev yek dibe sedema tirsê di nava sivîlan de.
ANHA/KOBANÊ