35 welatiyên Elman ku 10 ji wan mêr, 10 jin, 15 zarok in, di operasyon û pêngavên YPG’ê yên dijî DAIŞ‘e de bi saxî hatin girtin. Ev demek bû ji hikûmeta Elman a federal dihat xwestin ku êdî tiştekî bike. Ji ber ku rêveberiya Berlînê ji bo van DAIŞ‘iyan xwe kerr kir, Partiya Çep mijar xist rojeva meclîsa federal û pêşnûmapirsek pêşkêşî hikûmeta federal kir. Di bersiva kin a hikûmeta federal de hate gotin, hikûmet ji bo anîna welatiyên Elman ji bo Elmanyayê hemû alternatîfan dinirxîne.
Di ser Iraqê re wan dibin Elmanyayê
Yek ji alternatîfan ew e ku piştî hevdîtina bi YPG’ê re, Elmanên endamên DAIŞ‘ê derbasî Iraqê bên kirin û li wir radestî yekîneyên ewlekariyê yên Elman bên kirin. Ji ber ku nûnertiya fermî ya Elmanyayê li Sûriyeyê nîne, tê gotin, wezîfedarên Xaça Sor an jî rayedarên Rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê karibin bikevin dewrê.
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Ebdulkerîm Omer, çend hefte berê ji çapemeniya Elman re axivîbû û ji Elmanyayê xwestibû ku li pêşberî rewşa DAIŞ’iyên welatiyê Elman bêdeng nemîne.