Desteya Çand û Huner bi armanca bipêşxistina çanda şêniyên herêmê û belavkirina çand û huner li gundê El-Xera ê li Çiyayê Kizwana, navenda xwe bi merasîmekê vekir.
Bi dehan şêniyên herêmê û şandeke komîteya Çand û Huner a kantona Hesekê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Tevgera Çand û Huner a herêma Cizîrê, Nûra El-Wegaa axivî û got, ji bo xwesteka rewşenbîr û zarokên herêmê pêk were, wan navenda xwe li herêmê vekir.
Nûra di berdewama axaftina xwe de got, navend wê alîkariya zarokan bike da ku xwe di aliyê çandî de bi pêş bixin.
Di dewama merasîmê de Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso axivî û bixêrhatina beşdaran kir û malavahiya her kesî kir ku hewil dide di warê çandî de herêmê bi pêş bixe.
Abdulxenî Oso wekî din li ser şerê li DAIŞ´ê got, “Şervanan efsaneyên lehengî li Çiyayê Kizwana, nivîsandin û ti carî lehengiya wan nayê jibîrkirin.”
Di dawiya merasîmê de navend ji aliyê dayîka şehîd Abdulwehab Abdulezîz ve hate vekirin.
ANHA/HESEKÊ