
10 hezar û 500 êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe li Çiyayê Şengalê girtine, jiyanê ava dikin. Li Çiyayê Şengalê hem di bin banê tabûra YBŞ’ê de tên parastin hem jî sazûmaniya xwe ya jiyanê ava dikin. Ligel hemû êrîşan jî li Çiyayê Şengalê dest bi avakirina dibistanên Kurdî tê kirin. Ji bo bi tîpên latînî perwerdeya Kurdî bê dayîn niha perwerde bo mamosteyan tê dayîn. Dewreya perwerdeyê ya ji 45 mamosteyan pêk tê, piştî çar mehên perwerdeyê dê di 5 dibistanên ji konan hatin amadekirin perwerdeyê bidin.
Ji dewreya perwerdeya mamosteyan Narîn Gulistan Ahmed diyar dike ku ligel hemû bêderfetiyan jî hewl didin ji bo perwerdeyê amadekariyan bikin.
Parasitina çandê
Gulistan Ehmed da zanîn ku ji ber armanca êrîşan tunekirin û bişaftina çanda wan e, ew jî li hemberî êrîşkaran ji bo parastina çandê di herêmên parastinê de perwerdeyê bibînin û wiha got: “Li hemberî yên dixwazin çanda me tune bikin, li çiyayan be jî em ê dibistanan vekin û perwerdeya xwe berdewam bikin.” Gulistan Ehmed anî ziman ku niha tenê waneyên wan li ser rêzimanê Kurdî ye û wiha domand: “Li ser vê erdnîgariyê bi salan e bi zimanê erebî perwerde hatiye dayîn. Ji ber wê jî em destpêkê perwerdeya elfabeya latînî didin mamostayên xwe. Paşê jî li ser vê alfabêyê em ê perwerdeyê bidin. Dema ku ev hemû bi cih werin paşê em ê derbasî beşên din bibin. Dema ku mamosteyên me hatin gihandin em ê wan ji bo dayîna perwerdeyê bişînin dibistanan.” Gulistan Ehmed bi lêv kir ku di konan de perwerdeya Kurdî ya ku ew bidin zarokan dê ji bo amadekariyên azadiya Şengalê be û wiha berdewam kir: “Em ê li hemberî dijminê xwe yê bi salan ziman û çanda me qedexe kiriye li van çiyayan di konan de perwerdeya bi zimanê xwe bibînin. Dê mamostayên em li vê derê perwerde bikin di asta perwerdeyê bidin hemû Şengalê. Em hewl didin bi zimanê Kurdî perwerdeyê bidin û li hemberî êrîş û fermanên li ser me bi salan e ji bo tunekirina çanda me berdewam dikin rawestin. Dê hemû zarokên Şengalê li dibistanan bên qeydkirin. Dibe ku hîna şer berdewam dike, lê ev nayê wateya bêperwerdemayîna me.”
Gulistan Ehmed di dawiya axaftine xwe de wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê dora me girtine. Ji ber wê jî xwegihandina malzemeyan dê hêzê bide me. Pêdiviya xwendekaran bi lênûs, pênûs û çenteyên dibistanê heye. Ligel wê materyalên me yên perwerdeyê jî kêm in. Pêdiviya me bi pirtûkên perwerdeyê heye.”
ŞENGAL