Tevgera Êzîdiyan a Demokratîk (TEV-DA) ji bo tekoşerên Êzîdî ku di berxwedana Şengalê de jiyana xwe jidest dane, di Adara 2015’an de ango beriya 7 mehan goristanek tekoşeran li gundê Kersê yê li qundarên Çiyayê Şengalê ye ava kir. Navê herdu tekşerên Êzîdî ‘Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan’ li goristanê hatiye kirin. Heta niha cenazeyên 27 tekoşerên berxwedana Şengalê lê hatine oxirkirin.
Dilgeş ku di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de cih digirt û li herêma Şilo çalakiyeke fedayî li hemberî çeteyên êrîşkar ên DAIŞ’ê lidar xist, jiyana xwe jidest da. Berxwedan jî fermandarê YBŞ’ê bû, li navenda Şengalê wî jî çalakiyeke fedayî pêk anî û jiyana xwe jidest da. Ji ber vê Tevgera Êzîdiyan a Demokratîk ev nav ji bo goristanê hilbijart.
Li cihê destpêka ketina goristanê 7 derece hene. Li du aliyên goristanê du qubeyên mîna qubeya Şerfeddîn a dîrokî hatine avakirin. Di hundirê goirstanê de du odeyên ku wêneyên tekoşeran lê tên daliqandin û arşîvên wan tên komkirin jî hene. Li goristanê baxçeyekî gulan hatiye amadekirin. Dirêjahiya hewşa goristanê 30 metre heye. Li hewşa goristanê nafûreyek avê ku li aliyekî wê Peykerê Marê Reş û li aliyê din jî Peykerê Teyrê Tawis hatine avakirin heye.
Gelê Êzîdî di baweriya xwe de Marê Reş û Teyrê Tawis pîroz û bi nirx dibîne. Goristana tekoşerên Şengalê bi alên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekînên Jinên Azad (YJA’Star), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.
Di 3’yê tebaxa 2014’an de ku yek ji rojên reş li gel Êzîdiyan e, çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî gelê Êzîdî yê Şengalê kirin. Wê demê zêdetirî 13 hezar Pêşmergeyên PDK’ê tevî çek û cebilxaneyên xwe Şengal berdan û ne parastin.
RÊBER ŞENGALÎ/ROJNEWS/ŞENGAL