Di çarçoveya mîhrîcanê de di saetên êvarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn belgefîlma derhêner Sedat Bariş a der barê Komkujiya Roboskê de yekem car li Cizîrê hat pêşandan. Piştî pêşandan belgefîlmê girse qor bi qor ber bi qada konserê ango Stadyûma Bajar a Cizîrê ve herikî. Bi dehezaran kesên di ji çar milan ve ketin qadê hêj di saetên destpêkê de qad tije kirin. Di konsera ku di destpêkê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin de bê navber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin' û 'Ocalan' hatin berzkirin, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin libakirin.

Coşa konserê zêde bû
Konsera fînalê ya ku biçûk-mezin, jin-mêr, pîr û kal ji heft heta heftê salî tevli bûn de jinên cizîrî bi kincên neteweyî qad kirin deryaya rengan. Di qada konserê de bi sedan welatî û xebatkarên şaredariyê ewlehiyê wergirtin. Di konserê de ewilî Koma Sorxwîn ku kar û xebatên xwe yên hunerê di bin baneya Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn ya Cizîrê didomîne û dûre jî Koma Laleş ku di bin baneya Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê ya Silopiyê karên xwe yên hunerî dimeşîne derketin ser dikê demên xweş bi guhdaran dan derbaskirin. Piştre Koma Hijya Jinda derket ser dikê.

Hozan Comerd konser da
Dema ku Hozan Comert derket ser dikê gelê Cizîrê ji bo wê surprîzekê amade kiribû. Hozan Comert kêliya derket ser dikê esîmanên Cizîrê bi fîşekên hewayî bû meskenê ahenga rengan. Comert bi çepik, tilîlî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Hozan Comert bi stran û klamên xwe yên yek ji yekî xweştir gel car caran coşand û car caran jî pêlên hizn û xemgîniyê bilind kir.

Bayê serhedo pêla gel zêde kir

Comertê ku di bin pêla hezkirinê de ji ser dikê daket surprîza şevê jî hat anonskirin. Hunermendê ciwan Serhedo dema ku hat gazîkirin dengê çepik û tilîliyan bi hev re ji qadê bilind bûn. Piştî ku Serhedo bi stranên xwe ve gel coşand , ciwan û pîr bi hev re govend gerandin. Dema ku Serhedo li ser dikê bû 50 hezar kes bi yek dengî û bê navber dirûşmên, 'Bijî Serok Apo' û 'Şehîd namirin' berz kirin. Fîşekên hewayî ku asîmanê Cizîrê dikir deryaya rengan bi pêlên strana Serhedo re gihîştin hev coşa gel derxistin asta herî jor. Serhedo jî di konserê de di navberê de diyar kir ku ew gelek kêfxweş e ku li bajarê serhildanê li Cizîra Botan e. 

ŞIRNEX