Li kantonên Qamişlo û Hesekê rûbera dexl û danê ku hatiye şewitandin, gihaşt 2 milyon û 270 hezar û 12 donimî, her wiha 27 hezar û 808 dar jî şewitîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bûyerên şewatê yên çandiniyê yên vê salê hemû pîlankirî bûn û armanca wan ew bû, derbê li hatina ji dexl û dan bidin.

Ji ber ku berhemên çandiniyê, bi taybet genim û ceh, dema ku hişk dibin, agir zû pê dikeve, lewma rûbera şewatê zêde berfireh dibû, her wiha ji ber kêmbûna derfet û alavên guncaw ên vemirandina van şewatan. Hêjayî gotinê ye ku agir bi hevkariya şênî û saziyan dihat vemirandin.

Çeteyên DAIŞ`ê di destpêkê de berpirsyariya bûyerên şewatê yên li Sûriye û Iraqê girtin ser xwe.

Der barê rewşê de Komîteya Aborî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku li kantonên Qamişlo û Hesekê rûbera şewatê gihaşt 2 milyon û 270 hezar û 12 donimî, her wiha 27 hezar û 808 darên ku li derdor û nêzî zeviyan hatibûn çandin, şewitîn.

EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO