Piştî ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayên neçareseriyê u îmhayê xistin dewreyê gelê Kurd bi daxwaza statuyê îradeya xwe ya xwerêveberiyê xist dewreyê û yek ji van meydanên berxwedanê Cizîr e û berxwedana wê kete roja 22’yan. Bi hezaran tîmên taybet, 10 hezar esker bi wesaîtên zirîhpoş êrîşî gel dikin. Çekdarên dewletê xwe ji komkujiyan nadin alî û di nava 3 hefteyan de 29 sivîl qetil kirin.
Bi tankan hewl didin navçeyê xira bikin
Hêzên dewletê bi biryara qedexeyê, bi tank û wesaîtên zirîpoş ji girê Evînê êrîşî taxa Nûrê, ji girê Cahferî Sadik a li ser riya hawirdorê ya Cizîr û Hezexê êrîşî taxên Cûdî û Sûrê dikin. Dîsa mal û dibistanên li girê Cahferî Sadik hatin valakirin û leşker li wan hatin bicihkirin. Êrîşên vê derê bi berxwedana gel ve tên pûçkirin, dema ku nikarin bi pêş ve biçin jî hewl didin gel bidin koçberkirin û navçeyê xira dikin. Bi van êrîşan re li navçeyê bi wesaîtên zirîhpoş anonsa “navçeyê biterikînin” dikin.
Êrîş pûç in, berxwedan dewam dike
Ligel van êrîşan gel li pişt bend û xendekan li ber xwe da û jiyana xwe rêxistin kir. 21 rojan li dijî dengê tank û topan li navçeyê dirûşma “Bijî berxwedana Cizîrê” bilind bû û berxwedan bi rûhê piştevaniyeke mezin hate pêşxistin. Li her kolanê pêdivî hatin hevparkirin. Walityên ku taxên wan û malên wan hatin topebarankirin zarok, kal û pîr birin cihên bi ewle û cardin vegeriyan taxên xwe. Li taxên berxwedanê gel ji bo ku pêdiviyên xwe bi îdare bi kar bînin li her kolanê 4-5 malbat li cihên ewle hatin cem hev, komun ava kirin û li pişt bend û xendekan ji bo nobetdaran xwarinê çêdikin û pêdiviyên wan bi cih tînin.
Jin û ciwan pêşengiyê dikin
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî di heman demê de hatin ragihandin û ji bo ewlehiya taxan ev 3 hefte ne parastina rewa dikin. Li aliyê din li taxa Zafesê ya Cizîrê xelkê ku bi darê zorê û gefxwarina komkujiyê ji malên xwe hatin derxistin, dibêjin, ew ê li dijî dewletê mal bi mal, kolan bi kolan li ber xwe bidin. Xelkê ku çend tiştên xwe ji malên xwe derxistiî û li hin deverên ewletir bi cih kirî, bi gotina sloganên, bi berxwedanê em ê bi serkevin meşiyan û destek dan berxwedanê.
ŞIRNEX