Bi boneya salvegera Şehadeta Şanoger Yekta Herekol ku di heman demê de roja şano ya cîhanê ye dê 3`yemîn festîvala Şano bi diruşmeya “Li ser dika jîna azad em ala şanoya heqîqetê bilind bikin” dê sibe were lidarxistin. 

Salvegera Roja Cîhanî ya Şanoyan  ku di heman demê de roja çalakiya Şanoger Yekta Herekol e, îro 3ʹyemîn festival Şanoyê bi diruşmeya “li ser dîka jîna azad em ala şanoya heqîqetê bilind bikin” were lidar xisitn. Festîfal dê roja 27ʹê Adarê destpê bike û heta roja 4ʹê Nîsanê bidome.

Tişta ku festîvala îsal ji yên salên derbasbûyî cûdatir dike ew ku dê şano li bajarên Serêkaniyê, Dêrik û Qamişlo yên kantona Cizîrê werin pêşkêşkirin. Li hersê bajaran dê 13 şano werin pêşkêşkirin.

Di festival de Komîteya Bilind ku dê şanoyên serkeftî destnîşan bike ji 5 kesên pispor pêk tê û dê şano ji aliyê wan ve were nirxandin û diyarkirin. 



 QAMIŞLO