HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên gerîla, operasyon û şer daxuyaniyek da. HPG’ê, ragihand ku li ser rêya Colemêrg-Çelê li wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk xistine û 16 leşker hatine kuştin. 14 leşker jî birîndar bûne. Her wiha HPG’ê diyar kir ku li Şirnexê 2 leşkerên Tirk hatine kuştin, li Osmaniye yê jî li dijî tabûrekê jî çalakiyek hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî detayên çalakiyên li gelek herêman û yên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş’ de ku li Zagrosan dewam dike, agahiyên berfireh dan raya giştî.

HPG’ê diyar kir ku derbên giran li herêma Colemêrgê li konwoya artêşa dagirker a Tirk xistine û got: “13’ê Tîrmehê hêzên me konwoyeke artêşa dagirker a TC’ê ku ji navenda Colemêrgê ber bi Çelê ve diçû, li gundê Nîvoka kirine hedef. Ji nêz ve li wesayiteke ku cebilxane têde bû û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û hatin rûxandin. Bi teqîna wesayita ku cebilxane têde bû şewat derketiye û bi vê şewatê re wesayitên din jî şewitîne. Her wiha dîsa li wesayiteke din a zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û vê jî derb xwariye. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 16 leşkerên dijmin hatin kuştin û 14 leşker jî birîndar bûne.


Li Şirnex û Şemzînan 4 leşker HPG’ê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku 13’ê Tîrmehê hêzên li Çelê bi ser Girê Şehîd Mezlûm de çalakiyek pêk aniye û 2 leşker hatine kuştin. 

Dîsa HPG’ê diyar kir ku li Şirnex li dijî tabûra Findikê hêzên wan êrîşek pêk anîne û got: “ 12’ê Tîrmehê hêzên me li Şirnex Basanê çalakiyek li dijî tabûra Findikê kirine. L ivir ji 2 baskan ve li çeperên tabûrê xistine û di vê çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 ji leşkerên dijmin jî birîndar bûye.


Osmaniye hedefa gerîla bû

HPG’ê diyar kir ku 10’ê Tîrmehê êrîşek li darxistine û got: “Hêzên me li dijî tabûrekî leşkerên artêşa Tirk a girêdayî navenda Osmaniyeyê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya avahiya komandoyan, lojman û qada perwerdehiyê hate hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN