Hevsorkên Rexistina BDP’ê ya Colemêrgê Mehtap Taştan Demîrer û Mustafa Mîrza Çallî ji bo zimanî zikmakî Kurdî ji bo di her warê de bê bikaranîn ji Parezgêriya Colemêrgê, saziyên fermî û civakan re name şand. Di nameyê de hat xwestin ku di çarçevoya daxwazê de bila tabela pirzamanî bên nivîsandin û peywîrên saziya bi Kurdî bên meşandin.
Di nameye de hat xwestin ku ew ê Rexistina BDP’ê ya Colemêrgê ji bo zimanê dayîkê di her warî de bê bikaranîn ew ê bixebitin û name wiha ye: “Serdest li her derê pêşiyê wek tê zanîn zordestiyê li ser cudatî û rengîniya bindestan dikin. Serdestan her car xwestiye ku cihêrengiyên bindestan yên wek ziman, nijad, mezheb , zayend û dîn tune bike. Herçend ku wan xwestiye van cihêrengiyên me tune bike û hukmê xwe li ser me ferz bike me li hemberî vê her car serhildaye.
Di vê pişaftin û helandina serdestan de ligel Kurdan hemû netewên din yên di Kurdistanê de jî para xwe girtine. Tevgera Azadiya Kurdan û netewên din yên di Kurdistanê de dijîn li hemberî pêkanînên serdestan yên pişaftin û helandinê piştî avakirina Komarê jî serhildaneke bêhempa nîşan dane û bi gelên cîhanê yên bindest re her car piştgiriya hevdu kirine. Em wek (BDP) Partiya Aştî û Demokrasiyê di dumahîka bazina vê serhildanê de têkoşîna hewldana vê dozê didin. Em bi vê tekoşînê dixwazin ku ziman û nasnameya xwe biparêzin, bi nasname ya xwe û zimanê xwe yê dayîkê di her qadên jiyanê de cih bigirin. Bi vê mebestê em hewl didin ku ligel hemû zaravayên Kurdî, Erebî, Suryankî û Abazeyî jî her car di her qada jiyanê de bê bikaranîn. Lewma em alikariyê dikin ku perwerdeya zimanê zikmakî dest pê bike, li Kurdistanê kursên zimanî bên vekirin, di sazî û şaredariyan de bi duzimanî xizmet bên kirin, navên tabelayan bi Kurdî bê nivîsandin. Ji bo vê yekê jî em alîkariya van saziyên dikin û polîtîkayên xwe jî ji bo vê yekê dikin. Ev mafên me yên di nav peymanên navneteweyî de jî cih digirin di encama hevdîtinên birêz Abdullah Ocalan de ji aliyê hikûmetê ve kêm jî be tê dîtin. Em hêvî dikin ku ev mafên me yên xwezayî û mafê me yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê li me bê vegerandin û ji bo ku di saziyan de bi duzimanî xizmet bên dayîn sererastkirinên zagonî bên kirin.
Wek encam, em ji gelê xwe yê Colemêrgê reca dikin li malê, li sûkê, li kar, li her qadên jiyanê bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin, bixwînin û binivîsin. Her wiha em dixwazin ku tabelayên me bi navên Kurdî bên nivîsandin, navên cihuwarên me yên resen bên bi kar anîn, daxuyaniyên çapemeniyê bi Kurdî jî bên dayîn.
Em wek BDP dibêjin ku ji bo vî zimanê şirîn yê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî çi bar li ser milê be em ji bo alîkariyê amade ne û li hêviya alîkarî û pêşniyarên we ne.”
COLEMÊRG