Li gundên Colemêrgê, bi hatina biharê re kar û bar jî zêde bûn. Bi zêdebûna kar re gundî bi palûteyî barê hevdur sivik dikin û piştevaniya hev dikin. 
Li Gundê Dêzê yê girêdayî navenda Colemêrgê ye, bi hatina biharê re kar û bar zêde bû û ji ber vê gundî piştevaniya hev dikin. Adile Yigit a li Gundê Rezê dijî, ji bo alîkarî û piştevaniya jintiya xwe Nirgul Yigit a ku pitika wê heye bike, 8 kîlometre rê dimeşe û tê li Gundê Dêzê nanê jintiya xwe lêdixe. 
Jinên ku li aliyekî heywanan didoşin, li aliyê din jî nanê tenûrê dipêhitin. Jinên ku berî pihêtina nan bi saetan agirê tenûrê dadidin, heta ku tenûr sor dibe gulokên xwe yên hevîr çêdikin. Salih Yigit ê ku karê rojane tevî hevjîna xwe dike, diyar kir ku li gund mêr hem alîkariya hevjînên xwe dikin hem jî bi awayekî palûteyî ew û cîranên xwe piştevaniya hev dikin. 


 COLEMÊRG