Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li ber sefareta dewleta Tirk a dagirker ji bo zarokan çalakiyek hat kirin. Êrişên dewleta Tirk ên li Nisêbîn û Amedê li dijî zarokên Kurd bi daxuyaniyekê hat protestokirin.

Polîsên dewleta Tirk li Nisêbînê gulle li zarokan reşandibû û sîle li zarokekî xistibû. Li Amedê jî zabiteyên dagirkerê bi navê qeyûm zarokek bi erdê re kaş kiribûn.

Çalakgeran di daxuyaniya xwe de bal kişandibûn ser vê zilm û zora dagirkeran û îşaret bi bandora vê zilmê li zarokan hatibû kirin. Çalakgeran êriş şermezar kirin û xwestin dewleta Tirk a dagirker guh bide mafên zarokan. Çalakgeran herweha komkujiya li Somayê jî şermezar kirin û êrişa polîsan a li ser bîranîna li Enqereyê şermezar kirin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN