Ji eşîra Koçeberan Erdogan Kaçar jî axaftinek kir diyar kir ku di vê pêvajoyê de ew dê her tim li cem gelê xwe û partiya xwe bin. Ji malbata Palûyan ku 3 roj berê tevlî BDP’ê bûn Cîhan Ortaç jî bal kişand ser yekîtiya Kurdan û anî ziman ku 65 sale ji gelê Kurd re deynê me heye û wiha domand: “Em 65 sale ji Palûyê hatine Depê. Îro em hatine vê deynê xwe bidin. Ji vê pê de em her tim li cem namzetê me Burhan Kocaman in. Roj roja yekîtiyê ye.”
Ez lêborînê dixwazim
Li bajaroka Halfelî ya Îdirê, Şaredarê Halfelî yê AKP'yî Mehmet Saritaş bi gelek kesan re tevlî BDP'ê bû. Merasîma ku bi sedan kes beşdar bûn mîna şahiyekê bû. Şahî bi deqiqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Anar axaftinek kir. Anar got ku bi çavekî referandumê li hilbijartinan dinêrin. Şaredarê Halfelî Mehmet Saritaşê ji AKP'ê derbasî BDP''ê bû bi lêborîna ji gelê kurd, dest bi axaftinê kir. Saritaş wiha got, "Dengên xwe bidin xwe." Herî dawî Namzedê Şaredariya Halfelî Omer Aksu axivî û got ku eger îro bi rehetî dikarin biaxivin bi saya têkoşîna gelê kurd e. Piştî axaftina rozetên BDP'ê bi Şaredarê Halgelî û kesên beşdarî BDP'ê bûn hatin vekirin. Merasîm bi stranan bi dawî bû.
Li Amedê ji AKP´ê îstîfa
Serokê Navçeya Rezan a Amedê yê AKP'ê Erdal Erdal da diyar kir ku ji serokatiya navçeyê îstîfa kiriye. Li gorî agahiyên bi dest ketine, endamê damezrînerê AKP'ê û Serokê Navçeya Rezan ê nêzî du sal û nîv bû serokatî dikir Erdal ji peywîra xwe îstîfa kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN