Asayîşa Germiyanê, çeteyekî DAIŞ´ê li bajarokê Meydan ê ser bi navçeya Derbendîxanê bi nasnameyeke qelp girt.

Li ser mijarê beşê ragihandin û peywendiyên rêveberiya Asayîşa Germiyanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, piştî lêkolînan, terorîstê bi navê Xalid Hisên Hemîd bi nasnameyeke qelp derbasî Herêma Kurdistanê bûye: “Piştî têkçûna DAIŞ´ê ya li herêmê, çeteyê bi navê Xalid Hisên bi nasnameyeke qelp li bajarokê Meydan a ser bi navçeya Derbendîxanê niştecih bû. Di encama lêkolînan de Xalid hat girtin. Peywendiya Xalid di sala 2005’an de bi komên terorîst re hebû û tevlî gelek bûyerên terorîstane bûye. Piştî ku DAIŞ serî hilda, tevlî rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyê DAIŞ Xalid demekê li herêma Hemrîn maye û piştî wê jî derbazî Mûsilê bûye. Piştî wê jî derbasî Suriyeyê bûbû.

 

ROJNEWS / GERMIYAN