‬ Komîteya amadekar ya çalakiyên pîrozbahiya newrozê li bajarê Dêrikê meydan û kolanên bajêr bi alên Kurdî û pankartên pîrozbahiyê xemilandin, her wiha sazî û komîteyên têkildar jî amdekariyên xwe didomînin‫.‬

Tevgera Çand û Hunerê

Komên hunerî yên girêdayî navenda Dicle a Çand û Huner amadekariyên pîzorbahiyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de koma Cûdî a stranan stranên nû yên derbarê şoreşa Rojava û berxwedana YPG’ê de amade kirine û proveyên xwe didmomînin. Her wiha koma şehîd Zîlan, koma şehîd Lazgîn û koma Rojava yên dîlanê jî lez dan amadekariyên xwe. koma Ava Mezin jî şano amdade kirine‫.‬
Saziya Malbatên şehîdan jî dê roja 20’adarê vexwenameyên beşdariya şahiyê li hemû malbatên şehîdan belav bike, malbatên şehîdan dê wêneyên zarokên xwe yên şehîd hilgirin û di rêza pêşî de rûnin‫.‬

Dik tên amadekirin

Li bajarê Amûdê jî komîteya amadekar ya çalakiyên Newrozê dest bi amadekirina cihê şahiyê kirin‫.‬ Komîteya amadekirina cihê şahiya newrozê dest amadekirina cih û dikeya şahiyê kirin komîteya Dekor û xemilandinê jî ku ji jinên bajêr pêk tê ji bo kolanên bajêr û cihê şahiyê bixemilînin dest bi dirûtina alên Kurdî kirin‫.‬

ANHA/DÊRIK