Bi armanca bilindkirina asta hîndekariya şagirt û mamosteyan li Kanotona Cizîrê Desteya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgeza Ziman û Perwerdeyê (TZP) û Yekîtiya Mamosteyan bi merasîmekê yekemîn Akademiya Zanist û Perwerdeyê vekir. Qada Akademiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên tekoşeran û bi alên Kurdî hate xemlandin.


Akademiyên nû wê werin vekirin

Di merasîmê de Serokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih axivî û vekirina peymangehê li hemû şagirt û mamosteyan pîroz kir.

Salih destnîşan kir ku vekirina vê akademiyê gaveke girîng e ji bo rûnişstina sîstema Xweseriya Demokratîk û got ku wê weke vê akademiyê li tevahî bajarên Kantona Cizîrê werin vekirin.

Her wiha di merasîmê de Hervseroka TZP'ê ya Kantona Cizîrê Nisrîn Doko, Cîgira Serokê Desteya Jinan Heyfa Erebo, Rêveberê Akademiyên Kantona Cizîrê Peyman Beyrî û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrîkê Mihemed Ebdil Ezîz axivîn.

Axaftvanan vekirina akademiyê li hemû tekoşrên azadiyê pîroz kirin û dan zanîn ku bi saya xwîna cengoriyan Rojava gihîştiya vê pêvajoya dîrokî.

Di axaftinan de hat diyar kirin ku ev gaveke nû ye di dîroka Kurdan de û gotin ku pêwîste piştî vê gavên mezin bi taybet di warê zimanê Kurdî de pêk werin.

Axafvanan gotin ku pêwîste hemû şagirt û mamoste  ji bo xurtkirina zimanê Kurdî cihê xwe di vê peymangehê de bigirin.


Mamoste wê werin amade kirin

Berpirsyarê peymangehê Hamid Şawîş diyar kir ku Akademiya Zanista Perwerdehiyê ya Dêrikê dê şagirt û mamosteyan 6 mehan bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Îngilîzî perwerde bike. Her wiha dê waneyê dîroka herêmê, zanista hawîrdorê, computer, çand û etîk, mûzîk, bîrkarî û perwerdekirina zarokan bide.

Şawîş destnîşan kir ku perwede wê di van 6 mehan de ji aliyê pisporan ve bêne dayîn û kesên ji ezmûnên vê perwerdeyê derbas bikin dê bi awayekî fermî di dibistanên herêmê de mamostetiyê bikin. Merasîma vekirnê bi pêşkêşkirina staranên şoreşgerî ji aliyê Koma Cûdî ve bi dawî bû. 


 ANHA/DÊRIK