Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, doh saet derdora 13.00’an de li ser riya giştî ya nava bajar ku diçe Qamişlo teqîn pêk hat. Di encama teqîna li cihê ku hatinûçûna sivîlan lê heye pêk hat de, zarokek, jinek û zilamekî ku navên wan nehatin hînbûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hinek welatî jî birîndar bûn. Cenazeyên 2 zarokan û welatiyê din rakirin Nexweşxaneya Dêrikê. Welatiyên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin. Piştî teqînê ekîbên îtfaiyeyê û hezên asayîşê çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin. Hate gotin ku teqîn ji ber wesayitek ji berê de li wir hatiye rawestandin û piştre hatiye teqandin pêk hatiye.

DÊRIK