Li Dersimê, çawişên pispor ku li ber malên xwendekarên jin cirîdan didin, destavêtin û destdirêjiyê dikin û ji bo her xwendekara ku dixin dafika xwe jî dibêjin, ‘Me kurdeke din jî kuşt’.

Dersim, bi bûyerên destavêtin û destdirêjiyê, û windabûna Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû di rojevê de ye. Çawişên pispor ku li ber Wargeha Xwendekaran a Tûncelî û Wargeha Xwendekaran a Ehlîbeyt ên xwendekarên jin li wan dimînin, di wesayîtên xwe de radiwestin, li ser medya civakî bi xwendekaran re dikevin têkiliyê. Çawisên pispor ku bi pergal û rêxistin dixebitin, ji bo her xwendekara ku dixînin dafikê jî dibêjin, ‘Me kurdeke din jî kuşt’. Xwendekarên esker dest diavêjin wan yan dev ji zanîngehê ber didin an jî xwe dikujin.

Rojên borî dest avêtin xwendekarekê. Xwendekar rakirin nexweşxaneyê û ji bo giliyê çawişên pispor neke, bûrs danê. Tê gotin, ji ber mijarên destavêtinê, li wargehên xwendekarên jin timî mijara “kurtajê” tê axaftin. Xwendekarên ku bi wayekî tund li dijî vê yekê dertên û serî li rêyên hiqûqî didin jî tên bêdengkirin û ser bûyeran tê girtin.

Bûyera Gulistan yek ji wan e

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê Berîtan Akdag û Hivda Tekkaynar, têkildarî bûyerên li bajar axivîn.

Xwendakara Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mûnzûr Berîtan Akdag got, “Hevalên me yên jin dikin tora xwe. Bifikirin hevalên ku bi me re tevlî çalakiyan dibin, êvarê diçin cem van kesan. Em dizanin ku van mirovan bi çi niyetê nêzî me dibin. Van mirovan ew kesên ku dixwazin çand, ziman û nasnameya me tune bikin.”

   

Xwendekar Hivda Tekkaynar jî got, “Li taxa Ataturk hejmareke zêde çawişên pispor hene. Tenê armanceke wan heye ew jî ew e ku xwe bigihînin jinan û tevna bajar xera bike. Em bûn şahid ku li wargehê jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn. Kesê van dikin ser bûyeran digirin. Mînak berî 2 mehan çawişekî pispor dest avêt jinekê. Jinikê xwest xwe bikuje hevalê wê nehiştin. Bûyera Gulistan Dokû jî yek ji van bûyeran e ku dewlet dixwaze serê bigire.”

 

MA/DERSIM