Cenazeyê Gulîzar Kaytan bi wesayîta cenazeyê ya Şaredariya Akdenîzê ve wê ji Eregliyê bibin Dêrsimê û piştî merasîmê li taxa Sîenkê li cem hevserê xwe Alî Kaytan bê definkirin.
Gulîzar Kaytan a jiyana wê bi têkoşîn, binçavkirin, girtin û îşkenceyan derbas bûye li temenê xwe yê 85 salan dîroka Dêrsimê xist navê. Kaytan hêj di 8 saliya xwe de bû şahida komkujiya Dêrsimê ya 1938’an,di komkujiyê de dêmara xwe winda dike, piştî komkujiyê jî bi malbata xwe re sirgunê navçeya Develiya Kayseriyê hatin kirin. Gulîzar Kaytan zaroktiya xwe û ciwantiya xwe li sirgunê derbas kir û piştre hemû tişt girtin ber çavan û di 1947’an de bi malbatê re vegeriyan Dêrsimê.
Kurê wê Alî Haydar Kaytan piştî ku di nava damezirinerên PKK’ê de cih girt malbata Kaytan, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kirin û malbat bi hemû ferdên xwe re di nava têkoşînê de cih girt.
Sersaxî li Essenê tên qebûl kirin
Ji bo Gulîzar Kaytan serdanên sersaxiyê li Navenda Civaka Kurd a Essenê tên qebûl kirin. Ji doh ve Kurdistaniyê li Ewropayê dijîn ji bo sersaxiyê diçin Essenê. Sersaxî ji aliyê tevgera jin a Kurd û keça Gulîzar Kaytan Ferîde Kaytan ve tên qebûl kirin.
Têkildarî wefata Gulîzar Kaytan saziyên Kurd ên mîna Kongreya Civaka Demokratîk-Ewropa (KCD-E). Tevgera Jinên Kurd a Ewropaê (TJKE), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Koordinasyona PAJK’ê ve peyamên sersaxiyê hatin weşandin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya wefata Gulîzar Kaytan peyameke sersaxiyê weşand. KCK'ê got, "Em soz didin ku em ê bîranîna dayika xwe Gulîzar, li gel Dêrsimê bi azadkirina tevahiya Kurdistanê bidin jiyîn."
NAVENDA NÛÇEYAN