Hema hema her koşe û devereke Dersimê ji dîrokê bêhnek li xwe hebandiye. Ji van mîrateyên dîrokî yek jê jî, gorên koçî ne. Gorên ku berê kesên mirine û li gor taybetmendiya wî/ê kesê hatine nexşkirin, ji aliyê mirovên herêmê ve tên parastin. Ji gorên koçî yên li Taxa Gazîkê ji aliyê gundiyan ve hatine parastin, li ser yekî ji wan taybetmendiyên kesekî ku di şerî de jiyana xwe ji dest daye bi fîgurên tîr û palasqeyê hatine nexşkirin. 



Fîgur balê dikêşin



Her wiha li ser goreke din ya nîşaneya tembûrê heye jî, nexşên simbilan hene. Li ser goreke din jî figurên çêlekan dixuyên. Her wiha li ser goreke ku fîgura mêzênê heye jî, qenaeta ku ew kes mirovekî olî an jî rêzdar bûye, li bîra mirov peyda dike. Her wiha li ser gelakan jî, fîgurên jin û mêrên ji ji hev hezkirine hene. 



Nîşaneyên jin û mêran cuda



Gorên koçî li gor zayendê diguherin. Li ser gorên jinên zirav û kin, bi piranî fîgurên derzî, destî, mûc, tembûr hene. Li ser gorên berfireh yên mêran jî, fîgurên wek palasqe, şûr, mertal, hesp, tîr, kêr, şêr hene. Her çiqas der barê paşeroja wan de agahiyên zelal tune bin jî, ev gorên ku baweriya eleqîtî û şopên Mezopotamyayî diguhezînin, ji aliyê gelê Dersimê ve tên parastin.  


 DERSIM