Li bajarê Elmanya Osnabruckê, pêkhateyên Civaka Azad civînek lidar xistin û dest bi xebatên ji bo hilbijartinê kirin. Di civînê de endamên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Munster, Osnabruck û Gronaû beşdar bûn. Berdevkê Koordînasyona Civaka Azad a Herêmê Tahîr Koçer rewşa dawî ya siyasî nirxand. Koçer got, „Pêvajoya em tê de ne ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî ye. Ev pêvajoya dîrokî wê azadiya gelê Kurd biafirîne. Ji ber vê yekê em bang li hemû Kurdan û alîgirên azadiyê dikin ku di vê demê de wezîfeya xwe bi milîtanî bi cih bînin.“
Koçer got, ew ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi sê qonaxên ‘qeydkirina hilbijêran, meşandina xwegihandina girseyê û birin û anîna hilbijêran ji bo dengdayînê bimeşînin.
Di civînê de li ser rê û rêbazên xebatên ji bo hilbijartinê nîqaş hatin meşandin û starta vî karî hat dayîn. Di civînê de Komîsyona Hilbijartinê ya ji 76 kesan hat hilbijartin.
Li bajarê Elmanya Fûlda, Komîteya Xebatê ya HDP’ê hat avakirin. Komîteya ji 11 kesan, wê her roja Duşemê li hev bicive û di çarçoveya plana ji sê qonaxa xebatên xwe bimeşîne. Komîteyê ragihand ku mîna hilbijartinên 7’ê Hezîranê ew ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî HDP li bajêr bibe partiya yekemîn.
Civînên HDP’yiyan li Hollandayê didomin
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser xebatên hilbijartinê yên HDP’yiyan civîneke berfireh hat lidarxistin.
Di civîna Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollandayê lidarxistî de bang li hilbijêran hat kirin ku di nava van 2 rojên dawî de qeyda xwe ya li lîsteya hilbijêran kontrol bikin. Her wiha hat xwestin ku li ser hemû mijarên hilbijartinê serî li saziyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk were dayîn.
Hat ragihandin ku dema dawî ya qeydkirinê heta 10’ê Îlonê saet 16:00´an e û ji hilbijêrên navê wan ne qeydkirî hat xwestin, ku bi nasnameya xwe ya TC serî li konsolosxaneya nêzî xwe bidin û qeyda xwe çêkin.
Komîsyonên di civînê de hatin avakirin wê di destpêkê de hewl bidin di nava du rojên dawî de qeyda hilbijêrên mayî çêkin, dûre heta 8’ê Cotmehê projeyên HDP’ê bigihînin hilbijêran. Komîsyon her wiha wê bi plansaziyekê, hilbijêran bibin ser sindoqan û bînin.
Di civînê de her wiha komkujiyên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin, „Em ê dîsa te nekin serok, em ê desthilatdariya te hilweşînin.“
Li Rûsyayê komîsyona hilbijartinê
Kurdistaniyan li Moskovê komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan ava kir.Kurdên li Rûsyayê ji bo destekkirina HDP’ê di 1’ê Mijdarê de, li paytext Moskovê civiyan.
Di civînê de, tevî rêveberiyên saziyan komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan hat avakirin. Komîsyonê, ji bo HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li Rûsyayê bibe partiya yekemîn, lez da xebatên xwe yên hilbijartinê û bang li welatiyên Tirkiyeyê yên hilbijêr kir da ku biçin ser sindoqan. Hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Rûsyayê, tevî paytext Moskovê, wê li Kazan Novorossiysk û St. Peterbûrgê jî dengê xwe bi kar bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN