Xebatên HDP’ê yên li Toronto yên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dewam dikin. Komîsyona Hilbijartinê ya Navenda Civaka Kurd a li bajarê Kanada Torontoyê, ji bo HDP’ê bi ruhê seferberiyê dixebite. Komîsyona ku hewl dide nameyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê bigihîne 5 hezar hilbijêran, bi 40 xebatkarên xwe re wê di 23-24-25’ê Cotmehê de bi 5 otobusan hilbijêran bibe Konsolosxaneya Tirkiyeyê ji bo dengdayînê.
Li Danîmarkayê civîn
Koordînasyona hilbijartinê ya HDP’ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civînek li ser xebatên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê tên meşandin, lidar xist. Parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer jî li civînê amade bû û di axaftina xwe ya li vir de got, „Weke gel em şer naxwazin, em ne alîgirê şer in. Gelê me bi tenê xwe li hemberî êrîşên faşîst diparêze. Têkoşîna niha ji aliyê Kurdan ve tê meşandin, têkoşîneke parastina rewa ye.“ .Di civînê de her wiha ev bang hat kirin: „Ji bo bidawîbûna şer û komkujiyên li Kurdistanê, ji bo pêşerojeke aştî, azadî û biratiyê, ji bo jiyaneke wekhev û aram, divê hilbijêr hemû dengê xwe bidin HDP’ê.“
Li Wûppertalê standa HDP’ê
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, komîsyona hilbijartinê ya HDP’ê, di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li ber Cîty Arkadenê standa „Dîsa dîsa aştî“ vekirin. Di dema vekirina standa ji alên HDP’ê de dirûşmên „Em ê te dîsa nekin serok“, „HDP wê bi ser bikeve, faşîzm wê biqede“ û „Enqere em ê te ji bîr nekin“ hatin qîrîn.
Ji AvEG-Kon û ATÎF’ê bang
Saziyên koçberan ên li Ewropayê dixebitin AvEG-Kon û ATÎF’ê daxuyaniyek weşandin û li dijî şer û komkujiyan bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) û Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê (ATÎF) daxuyaniyek nivîskî weşandin û bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kirin ku biçin ser sindoqan. Di daxuyaniya her du saziyan de, ji bo hesabpirsîna ji Erdogan û AKP ên welat veguherandine qada şer, bang li hilbijêran hat kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê.
NAVENDA NÛÇEYAN