Li dibistaneke amadeyî ya Silêmaniyê, xwendekar dersa sînemayê dixwînin. Xwendekaran heta niha 15 kurtefilm bi telefonên desta tomar kirine. Dîmenên ku girtine jî bi bernameyên taybet ên telefonên destan û kompûterê montaj dikin.
Dibistana amadeyî ya Rêgay Têkelaw a li taxa Hawarî Şar a Silêmaniyê, ji dibistanên din cûdatir e; li vê dibistanê dersa sînemayê heye. Yanî çêkirina filman li bernameya dersan û mufredatê hatiye zêdekirin.
Bextiyar Ebdulah, li dibistana Rêga mamosteyê dersa huner e. Rojekê, Bextiyar Ebdulah pêşniyaza dayîna dersa sînemayê, pêşkêşî rêveberiya dibistanê dike. Piştre jî Rêveberiya Perwerdê ya Silêmaniyê vê pêşniyazê erênî dibîne û dipejirîne.
15 kurtefilm wê di festîvalan de bên nîşandan
Heta niha xwendekaran di vê dersê de karîne bi giştî 15 kurtefilman çêkin ku dîmenê wan bi telefonên destan hatine girtin. Filmên ku hatine tomarkirin heta niha li ti cihî nehatine nîşandan. Mamoste û xwendekaran biryar daye ku van filman di festîvaleke taybet a dibistanan de nîşan bidin.
Têkildarî xwendina vê dersê û karê hatî kirin, mamoste Bextiyar Ebdulah got; “Piştî ku pêşniyaza me hate erêkirin, me bernameyek ji bo dersê danî. Me destpêkê ders li ser rêyên çawabûna sînemakareke/î baş da, piştre li ser derhênerî, monîtortî, kamêravantî ders dan xwendekaran.”
Bextiyar Ebdulah ji bilî hunerê çêkirina filman, xwendekaran fêrî nivîsîna senaryoyên filman jî dike. Ji bona wê çendê, filmên ku hatine çêkirin ji senaryoyê heta bi montaja wan, ji aliyê xwendekaran ve hatiye kirin.
Xwendekar razî ne
Xwendekarên dibistana amadeyî ya Rêga, eşkere dikin ku ew bi xwendina vê dersê gelekî keyfxweş in û niha li cem wan dersa herî girîng, ya sînemayê ye. Xendekaran daxwaz kir ku ev ders li hemû dibistanan were dayîn.
Xwendekarê dibistana amadeyî Serko Mihemed ku bi telefona destan dîmenê film digire, bi rêya vê dersê, heskirina wî ji karê wênegirtin û çêkirina filman re çêbûye. Daxwaza wî ew e ku ev ders di hemû dibistanan de weke derseke sereke were dayîn, herwiha di nava dibistanan de pêşbirkên filmên herî baş werin kirin û festîvalên taybet di nava dibistanan de li ser filman were lidarxistin.
Projeya filmeke tirsê
Xwendekara bi navê Niyaz Kemal jî di vê dersê de karê derhênertiyê dike, dibêje; “Hinek ji filmên ku me çêkirine, ji serpêhatiyên rastîn hatine wergirtin, hinek din jî xeyalî ne ku ji aliyê xwendekaran ve senaryoya wan hatiye nivîsîn. Hinek ji berhemên me trajedî ne, hinek jî komedî ne û di bernameya me de çêkirina filmeke tirsê jî heye.”
Heskirina vê dersa sînemayê bandoreke mezin li ser xendekaran çêkiriye. Niyaz Kemal eşkere kir ku pîşeya derhênertiyê li cem wê bûye yek ji daxwazên herî mezin ji bo paşerojê da ku ew weke jinekê derhênertiyê bike.
Di dema çêkirina van kurtefilman de mamoste jî li gel xwendekaran wek aktor cihê xwe digirin. Mamosteyan ji 15 kurtefilman, di 10 filman de cih girtiye.
ROJNEWS / SILÊMANÎ