Meclîsa gel a bajarê Qamişlo bi alikariya hin saziyên civaka sîvîl ku dest bi pêngava piştevaniya perwerdehiya bi zimanê dayikê ya “ Ez ê biçim dibistana xwe “kiribû, di vî warî de çalakî û karûbarên meclîsê didomin.
Şandeyên ku ji berpisyarên saziyan pêk dihat duh çûn serdana Dibistana El- Wîam, Dibistana Fûad Silêman û Dibistana Hemîde Tahîr ên li taxa Qedûrbeg a bajarê Qamişlo. Li wir Koma Şehîd Nûbilnda yên ser bi navenda Çand û Huner a Mihemed Şexo ve jî hin berhemên hunerî yên derbarê girîngiya zimanê dayikê de pêşkeş kirin.
Di heman demê xebatkarln şarederiyên gel ên bajêr dibistanê paqij kiririn û pêdiviyên wekî av, ceyran bi cîh anîn.
QAMIŞLO