Li bajarê Dihokê cenazeyê ciwanekî Rojavayî di avahiyê de hat dîtin. Li gorî agahiyên despêkê ciwanê Rojavayî bi xwe xwe kuştiye.
Rêveberiya polîsên Dihokê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku doh bi şev cenazeyê ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê, li avahiya têde dima a li Dihokê hat dîtin.
Di daxuyaniyê de tê gotin,Ciwanê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, 3 rojan neçûye ser karê xwe. Li ser vê yekê polîs çûne cihê ku ciwan lê dimîne û bi zorê deriyê avahiyê şikandine. Li gorî daxuyaniyê ciwanê penaber dawî li jiyana xwe aniye. Polîsan der barê bûyerê de lêkolîn dane despêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN