Li navçeya Îpekyolu ya Wanê ku bi salane dewlet polîtîkayên pişavtinê didin meşandin. Welatiyên taxa Selimbey ên navçeya Îpekyolu li hemberî polîtîkayên pişavtinê yên li hemberî zimanê û çanda Kurdî bi rêya komeleya avakirine perwerdehiya Kurdî, wêne û muzîkê didin zarokê xwe. Welatiyên taxê jî eleqeyek mezin nîşan xebatê didin. Dîsa waneyên Kurdî ji aliyê endamên Şaxa KurdÎ-DER'ê ya Wanê ve tê dayîn. Mamosteyên KurdÎ-DER'ê di destpêkê de ji 18 xwendekarên temenê wan 4-14 di nava hefteyê de du rojan perwerdehiyê didin.

Welatiyên tax li gel hemû bê derfetiyan ji bo zarokên wan re perwerdehiya Kurdî dayin bi awayek çoş û eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiyê didin. Zarokên perwerdehiyê dibînin temenê wan di navbera 4 û 14'an de tê guhertin. Ji zarokan hinek ji qet Kurdî nizanîn û hewldana wan ya ji bo fêrbûna Kurdî zêde dibe. Ji bo serkeftina perwerdehiyê her roj hejmara xwendekaran jî zêde dibe. Ji derveyî perwerdehiya zimanê Kurdî, perwerdehiya muzîk û wêne jî tê dayîn. zarok bi çand û hunerê re tên cem hev.


Astengî li pêşiya fêrbûna ziman hene

Mamosteya Şaxa KurdÎ-DER'ê ya Wanê Tulîn Yeşîl diyar kir ku dewletê bi polîtîkayên xwe yên qirêj bi salan Kurdî qedexe kir û bi dibistanên li herêmê avakirin hewilda zarokên Kurdan asîmîle bike. Yeşîl anî ziman ku ji ber polîtîkayên qedexeyê Kurd bi salan tenê di malên xwe de Kurdî axivîn û wiha got: "Gelek kes di axaftina zimanê Kurdî de zehmetiyan dikêşe. Ji ber vê yêkê divê di her qada jiyanê de ziman Kurdî be. Zimanê di nava civakê de bê belavkirin û di her qadê de bê axivîn dê bijî. Em ji bo xîmê vê yêkê çêbikin perwerdehiya ziman didin û li hemberî asîmîlasyonê derdikevin."

Yeşîl diyar kir ku 18 xwendekarên komeleyê hene û wiha axivî: "Bi taybet xwendekar di temenê 5-6 salî de ne. Di nava wan de jî 10-14 sal jî hene. Zarok gelek bi çoşin. Ji bo vê yekê ji perwerdehî gelek xweş derbaz dibe. Gelek xwendekar jî qet zimanê Kurdî nizanîn. Xwendekarên qet Kurdî nezanîn jî bi taybet em bi wan re dibin alîkar."


MEHMET DURSUN/DÎHA/WAN   




Li konbajaran heyecana karneyan


4 hezar zarokên ji Kobanê hatinin Pirsûsê bicih bûn, perwerdehiya zimanê Kurdî ya asta yekemîn qedandin û karneyên xwe stendin.

4 hezar zarokên ji Kobanê hatine Pirsûsê bicih bûne perwerdeya zimanê Kurdî ya asta yekemîn qedandin û karneyên xwe stendin.5 meh in di konbajarên Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava, Sûphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya ve Şehîd Gelhat de perwerdeyê dibînin bi coşekê mezin karneyên xwe bi merasîmekê li konbajarê Kader Ortakaya stendin.Di bernamê de Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, berpirsyarê dîplomasiyê Abdûllah Demîrbaş û Mûstafa Dogan û bi dehan mamosteyên ji Kobanê jî cih girtin.

Piştî belavkirina karneyan Ayhan axaftinek bi Kurd kir. Ayhan diyar kir ku di serî de perwerdeya zaroka dişopîne û bi stendina karneyan kêfxweş bûye û wiha got: "Ev zarokên me ji ber şer reviyan û hatin Pirsûsê disa jî dest xebatên xwe yên ziman bernedan.Divê em li zimanê xwedî derkevin û ez hemû şagirtan pîroz dikim."

Pişî belavkirina karneyan endamên Mala Şehîd Delîla şahî li dar xistin.


 RIHA