Êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra li ser herêmên Rojava dom dikin, lê li dijî êrîşên çeteyan, berxwedana şervanên YPG’ê bi hemû hêza xwe didome. Di encama bersiva şervanên YPG’ê de gelek êrîşkarên El-Nusrayê hatin kuştin. Her wiha YPG’ê aşkera kir ku gundê Bîr Kîtikê yê başûr rojavayê Girê Spî jî ji komên çete hatiye rizgar kir.

Li Girê Spî (Til Ebiyed) çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad El-Şam/Cepehet El-Nusra pêr di saetên sibê de êrîşî gundê Bîr Kîtikê ku dikeve başûr rojavayê Girê Spî kirin. Li gorî agahiyan şêniyên vê herêmê ereb in û malên welatiyan ji hêla çeteyan ve hatiye talankirin. Hat hînbûn komên çete xwe di dibistana gund de bicih kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku ji bo parastina gundiyan li nêzî vê herêmê bûn, mudaxele kirin û di encamê de şerên dijwar rû dan. Şer bê navber heta saet 01.00’ê şevê berdewam kir. Li gorî agahiyan di encama şer de bi dehan êrîşkar hatine kuştin. Êrîşkarên ku gelek windahî dan neçar man ku paşve vekişin û şervanên YPG’ê gund bi temamî tevî dibistan û depoyên avê ji çeteyê El-Nusra paqij kir.
Her wiha li gundên Til Findir, Til Exder û Kendal jî şer berdewam e. Hat hînbûn ku di nava êrîşkaran de kesên ji Tunis, Libya, Misr û Afganistanê jî hene. Duh li gundê Mihemed diyab yê Tirbespiyê jî dijwar hebûn. Li gorî çavkaniyên YPG’ê bi dehan êrîşkar hatine kuştin. Her wiha pevçûnên li gundên Çêlekê, Hemara û Mezlûma jî bi awayekî demî didomin.
Li herêma Çilaxa jî ev 15 roj in şer didome, pêr di saetên şevê de li gundê Til Elo pevçûn derketin, her wiha li navenda Dicle ya Neftê, gundê Girhok, Yusufiyê û benda kontrolê ya Mehetê jî şer didome, lê der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Wesayitek hat rûxandin  

Li gorî agahiyên ku ji Serêkaniyê hatin, duh çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam/Cephet El Nusra êrîşî gundê Xelo yê 4 km dikeve başûrê Serêkaniyê û li ser riya  Hesekê kirine. Di bersiva şervanên YPG’ê de, wesayît û komên êrîşkar ve bi tevahî hatiye rûxandin.
Fermandariya  Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrîşên çeteyên Cephet El-Nusra ya li dijî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê de daxuyaniyek da û komên çete şiyar ku dev ji kêryarên komkujiya sivîlan berdên. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên Cephet El-Nusra ji beriya 2 rojan ve êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê kirine û di encamê de Kurdên sivîl ên ji mizgeftê derdiketin bûne hedefa guleyan û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêr jî çeteyên El-Nusra bi çekên giran êrîşî Til Eran û Til Hasil kirine û bi dehan welatiyên sivîl revandine.
Fermandariya YPG’ê di berdewama daxuyaniyê bang li çeteyan kir ku dest ji hovîtiya li dijî sivîlan berdin û aşkera kir ku ew dê bi hemû hêza xwe gelê herêmê biparêzin.

HELEB