Rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê belavokek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk weşandin. Rewşenbîran dan xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo têkbirina Şoreşa Rojava bi salan destek da DAIŞ‘ê, lê dema ev bi ser nexist, vê carê dest bi dagirkirina Rojava kir. Rewşenbîran bang li alîgirên azadiya gelan kirin, ku ji bo şoreşa Rojava veguhere şoreşa Rojhilata Navîn, li dora vê têkoşînê li hev bicivin.

Di belavokê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi bahaneya têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê rêxistinên xwe yên çete yên bi navê Nûreddîn Zenqî, Sûltan Mûrad, Siqûr El Cebel û Feyleq Şam, bi salan e li diî Şoreşa Rojava bi kar tîne û hat gotin, piştî ku jê nehat vê bi ser bixîne, vê carê jî tevî DAIŞ’ê dest bi dagirkirina Rojava kir.

Rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê bal kişandin ser girîngiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo siberoja Sûriye û Rojhilata Navîn û diyar kirin, di heman demê de xeteriyê gelekî mezin hene. Rewşenbîran dan zanîn, hêzên paşverû, faşîst û mêtînger ji bo têkbirina şoreşê li hev kirine û destnîşan kirin, ev xeterî bi têkoşîneke hevpar dikare bê pûçkirin.


‘Divê em eniya têkoşînê xurt bikin’

Di dawiya belavokê de ev bang hat kirin: “Ji bo li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çareserî û aştî pêk neyê, ev hêz hemû ketin nava hewldanan. Lê belê eger em jî dixwazin ji nava vê kaosê derkevin, eger em dixwazin destekê bidin Şoreşa Rojava, divê bi yek dengî em li hev bicivin.

Ji bo xeteriyên li ser Şoreşa Rojava bên beralîkirin û şoreş bi ser bikeve, divê em ji sedî sed eniya têkoşînê xurt bikin. Pêwîste Rojava bi ti awayî bi tenê neyê hiştin.

Ji ber vê yekê, em bang li her kesên alîgirê azadiyê ne dikin, ku xwedî li Rojava derkevin. Bi desteka xwe ya madî û manewî, bi meş û mîtîngan, bi stran, helbest û fîlmên xwe divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”


Rewşenbîrên belavokê îmez kirine

Abbas Velî, Kamran Metîn, Seylî Qefar, Hesen Mortezevî, Mohemed Maljou, Pervîz Sêdaqet, Morad Ferhad Pour, Salêh Nejefî, Kemal Xosrevî, Ekber Mesoum Beygî, Foad Taban, Jêlve Jevahêrî, Şadî Emîn, Gona Seîd, Pervîn Erdelan, Ava Homa, Sebrî Behmenî, Mehîn Şokrolahî, Seher Dînarvend, Kejal Alî, Golrox Qobadî, Pervîn Bextiyar Nêjad, Beyan Azîzî, Kawe Benaî, Mohemed Rêza Şalgounî, Mohsên Hekîmî, Borhan Ezîmî, Nejmedîn Qolamî, Mensour Teyfourî, Haşim Ehmedzade, Zerdeşt Nouredîn, Velîd Omer, Osman Mozeiyen, Şahêd Elevî, Zaniyar Omranî, Sebah Nesrî ,Sasan Emjedî, Maziyar Tataî, Erselan Reyhanzade, Nadêr Fetourêçî, Mohemed Rezaîrad, Bêhzad Gorjî, Nîma Ïsapour, Areş Veysî , Reza Alîpour, Hadî Xêredmend, Teymour Eliyasî, Emîr Kiyanpour, Kawe Daroşefa, Hejîr Plasçî, Fereydoun Teymourî, Hêsam Selamet, Roqeye Rezaî, Abas Şerabî, Tahêr Xedîv, Younis Qorbanîfer, Elvar Qolîvend, Mîlad Poştîvan, Dilêr Kemanger, Ferzane Jelalî, Fatême Kerîmî, Hawjîn Beqalî, Someye Rostempour, Efsane Bêhêştîzade.  


NAVENDA NÛÇEYAN