Li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê, bi sernavê “Rewşa lezgîn a li Bakurê Sûriyeyê, dagirkeriya Tirk, ewlekariya Ewropayê û alternatîfek ji peymana Tirkiyeyê re” konferansek hat lidarxistin.

Konferans ji aliyê Endamê Parlemena Ewropayê yê Slovakyayî Branîslav Skrîpek ve hat organîzekirin û li salona konferansê ya Anna Polîtîkovska pêk hat. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û li ser navê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Davîd Vergîlî weke qiseker beşdarî konferansê bûn. Branîslav Skrîpek axaftina destpêkê kir û diyar kir, ku ji bo balê bikişînin ser rewşa Rojava, ew li hev civiyan e. Skrîpek got, “Li Rojava, li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin heye. Divê her kes cihê xwe di vê têkoşînê de bigire.”


Belgeyên hevkariya Tirkiye-DAIŞ’ê piştrast dikin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Cerablûsê û got, “Êrîşa li ser Cerablûsê rewşeke ji nişka ve nîne. Tirkiye bi salan e êrîşî Rojava û berjewendiyên Kurdan dike. Di destê me de belge hene ku nîşan didin Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ‘ê. Tirkiye bi vê êrîşê ve di heman demê de êrîşî modela me ya ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê dike. Di vê mijarê de bi rejîmê re bûye yek.”

Di dewama axaftina xwe de Muslim got, “Li ser Rojava ambargoyeke giran heye. Hem ji aliyê Tirkiyeyê hem jî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve ev ambargo tê meşandin. Weke Rojava, em gelek penaberan vedihewînin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên penaberan, em bi ti awayî alîkariyê ji cihekî nikarin bigirin. Ji ber vê ambargoyê ji ti cihî destek ji me re nayê. Destûr nayê dayîn. Weke saziyên Rojava em dixwazin yekser bi saziyên Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên wê re têkiliyê deynin. Bajarê me hatin xerakirin, me gelek penaber li xwe vehewand, pêwîstiyên van hene û divê bersiv jê re bê dayîn. Em dixwazin ne di ser Tirkiye û Sûriyeyê, lê yekser bi rêya saziyên li Rojava re têkiliyê deynin.”


Modela jiyana hevbeş a azad

Muslim da zanîn, ku ew li Rojava azadiyê diparêzin û got, “Modela ku em bilêv dikin, modelek her kes dikare bi rengekî azad di nav de bijîn. Em dixwazin Ereb, Suryanî û Kurd bi awayekî azad bi hev re bijîn. Ev yek di heman demê de nirxên Ewropayê ye. Ji xwe yekane tevgera ku li Sûriyeyê van nirxan diparêze e, em in. Ji bo parastina van nirxan, em berdêlên giran didin. Bi vê armancê em li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.”

Muslim bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir û got, “Em dixwazin welatên Yekîtiya Ewropayê li cem têkoşîna me cih bigirin û li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabin.”


Ji bo rakirina ambargoyê

Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Davîd Vergîlî jî, dagirkirina Cerablûsê rexne kir û got, “Tirkiye ji bo rojevê biguherîne, êrîşeke bi vî rengî kir. Rêveberiya AKP’ê niha li nava welêt gelekî tengav bûye. Ji bo rojevê biguherîne, vê yekê dike. Rêveberiya Tirkiyeyê dixwaze li Rojhilata Navîn li gorî xwe guhertinekê pêk bîne. Ji bo vê jî çîrokên nû dafirîne. Mafê Tirkiyeyê nîne ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bêje ‘divê derbasî rojavayê Firatê’ nebe.” Vergîlî bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir û got, “Divê ambargoya li ser Rojava were rakirin. Ji bo vê jî girîng e Yekîtiya Ewropa zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike. Divê derhla deriyên Rojava werin vekirin.” 


 ANF/BRUKSEL