
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku darvekirin weke sûcê li dijî mirovahiyê hînê gefa herÎ mezin li ser civakê ye û hat diyarkirin ku her roj bi dehan mirovên bêguneh û bi tewanbariyên sivik û erzan tên darvekirin, bi hezaran mirov di zîndana de li îşkenceyên giran rast tên û ti mafeke xwe ya parastê ji wan re nayê dayîn.
KJAR'ê da zanîn ku rejîma Îranê, jiyana hêjayî jinê dibîne jiyaneke koledarî ye û ev xal destnîşan kir: "Darvekirin, fihûş, tiryak, sîxurkirin, di xistina jin, ciwan, ji lewra jî civakê de û radest wergirtinê de weke çeka herî girîng tê bikaranîn. Ji bo mafên jin jî mîna her hikûmetekî, di serdema hikûmeta Ruhanî de jî sînordarkirinên pir mezin aniye. Em ji mafên perwerdehiyê bigirin, heya azadiya gerê û kar kirinê ango di her qadeke jiyanê de mafê jinan ji dest wana têgirtin, jin dikin koleya mêr ji lewra jî dewletê. Îran îro tam bûye rejîma mêrê desthilat. Ji derveyî ku ji jinan û gelan re zext, zilm, êşkence, xwîn û hêstirê çavan ti alternatîfeke din ne hiştiye."
KJAR'ê li dijî vê rewşê bal kişand ser girîngiya kampanya Platforma Jinên Rojhilat a beriya niha bi demekê bi navê "Ji Qirkirina Jinan û Darvekirina re Na" û destnîşan kir ku ev kampanya, li dijî dijî polîtîkayên mîlîtarîst ên dewleta Îranê li dijî jinan dimeşîne yek ji gavên girîng ên tekoşîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ne. KJAR'ê da zanîn ku ev kampanya li dijî darvekirinan, qirkirina jinan, çanda şîdetê, tecawiz û destdirêjiyê berxwedaneke, li dijî neheqiyê, koletiyê û zilmê qîreke û bangawaziya tekoşîneke hevpare ji bo herkesekî di lêgerîna azadiyê de ne.
‘Emê bibin bersiv’
KJAR'ê da xuyakirin ku weke tevgera bi salan a ji bo mafên jiyaneke azad û demokratîk a gelê Kurd û gelên Îranê têdikoşe, ew her dengek di têkoşîna azadiyê de girîng dibînin û wiha dewam kir: "Me weke KJAR’ê her timî di tekoşîna jinan a zana û birêxistî bû de cih girt û di oxira vêya de berdêlên mezin da. Bi dehan Rêhevalên me Şîrîn Elamhulî, Zîlan, Ronahî, Sarya, Evîndar di oxira azadiyê de bêyku du diliyê bijîn canê xwe feda kirin. Rêheval Şîrîn Elamhulî, wexta berbi benê darvekirinê ve meşiya bawer dikir ku wê tekoşîna azadiya jinan bi berxwedana gelan re bike yek. Wexta îro rêhevala me Zeyneb Celaliyan, li hember şert û mercên zîndanê yên her kêliyeke xwe tije îşkencene weke bîrdariyeke mezin a berxwedanê ji me re pêşengiyê dike, îlhamê ji baweriya xwe ya bi azadiya jinan û bi çanda berxwedana gelan digire. Îro çendîn Zeyneb li dijî darvekirin û zilma dewleta Îranê ya bênavber pêktîne li berxwe dide. Li dijî terora dewletê ya bi armanca radestwergirtina civakê tê pêşxistin gelê Kurd, gelên li Îranê dijîn, bawerî, çand li berxwe didin û tekoşîna parastina hebûna xwe didin. Platforma Jinên Rojhilat weke dengê vê tekoşînê û berxwedanê banga tekoşîneke hevbeş ji me re dike.
Em weke KJAR dixwazin ji vî dengî û bangawaziyê re bibin bersiv, dengê xwe tevlî dengê wan bikin, bi tekoşîna xwe ya rêxistî darvekirin û qirkirina jinan bidin sekinandin."
KJAR'ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ewê bi hemû hêza xwe ya rêxistinkirî tevli kampanya "Ji Qirkirina Jinan û Darvekirinan re Na" bibin û bang li tevahî jinan û derdorên baweriya xwe bi demokrasî û azadiyê hene kir ku, beşdarî kampanyayê û tekoşîneke hevpar bibin.
Li Urmiyê 10 kes darvekirin
Rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya Urmiyê 10 girtî darvekirin û bi vî awayî di nava heftiyekê de 13 kes hatine darvekirin. Li gor hinek çavkaniyan jî di nava salek deshilatdariya serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de zêdetirî 700 kes hatine darvekirin.
Li gor nûçeyeke ajansa Herana, duh 10 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatibûn birîn, ji bo ew ceza were cîbicîkirin ji bo odeya yek kesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine veguhestin. Heta saet 00.00’an jî her 10 kes hatine darvekirin.
Li gor agehdariyan 4 ji wan kesan Kurd in û ji bajarên Urmiye û Selmasê ne. Herwiha 2 ji wan Azeriyên ji Nexede û Urmiyê bûn. Her 10 girtî jî bi bihaneya qeçaxçîtiya bi maddeyên hişber hatibûn girtin û bi heman bihaneyê jî hatin darvekirin. Roja yekşemê jî 3 kesên din li heman girtîgehê hatibûn darvekirin.
Çalakvanên mafê mirovan jî bal kişandin ser wê yekê ku di dema salek deshilatdariya serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de 745 kes hatine darvekirin. Ev jî di demekê de ye ku dezgehên çapemeniyê yên Îranê radigihînin ku tenê 319 kes hatine darvekirin.