Piştî ku dermanên bi rêya welatên duyem ji başûrê Kurdistanê re dihatin şandin sexte derketin, hikûmeta Hewlêr hewl dide dermanan ji fîrmayên dermanan dihilberîne bistîne. Di hedefa rêveberiya Kurd de fîrmayên Elmanya hene. Heyetekî di bin serokatiya Hawal Hamadamîn bi rêya Wezareta Karê Derve yê Almanyayê bi rayedarên fîrmayên vfa, BPI û BAH re hevdîtin pêkanî.
Heyetê ji ber mijarên ewlekariyê daxwaz kir ku, rasterast ji Almanyayê dermanan îhrac bike. Heyeta Kurd hevdîtin bi rayedarên wezareta Karên Derve a Almanya re jî pêk anî û biryar hate girtin ku, 23’ê Tirmehê li Berlînê konferanseke ku van mijaran hemûyan bigire dest û hemû alî tevlî bibin pêk bê.
Heyeta ku pêşketinên li herêmê jî anîn rojevê, mijarek a hatiye gotûbêjkirin jî, ji Almanyayê pere transferî Başûrê Kurdistanê bikin. Heyeta ku daxwaz kir, pirsgirêkên trafîka herikîna pere ya di navbera her du aliyan de bêne derbaskirin û hate hînbûn ku hevdîtin bi YekÎtiya Bankayên Elmanyayê re jî pêk anîne.
BERLÎN