
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi organîzeya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin û hikûmeta AKP‘ê hat şermezarkirin. Di meşa li ber Lorenzkîrche destpê kir de komkujiya li Pirsûsê, polîtîkaya şer a AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de nûnerên DÎDF, AGÎF, Partiya Çep a Elman, Navenda Çanda Elewiyan a Nurnbergê, Partîzan, MLPD, Mala Gel a Medya û gelek saziyên din peyam dan. Qenalên televîzyonê yên Elman jî çalakî ji nêz ve şopandin û bi beşdaran re li ser şerê li Kurdistanê û komkujiya li Pirsûsê hevpeyvîn kirin.
Ciwanên Azad li Hannoverê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon veda. Li binê kon, belavokên li ser rola Ocalan a ji bo çareseriay demokratîk, tecrîda li ser Ocalan, komkujiya li Pirsûsê, rola dewleta Tirk a di vê komkujiyê de û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi zimanê Elmanî, ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Konê nobedê li eleqeyeke mezin a derdorê rast hat. Di rêveçûna çalakiyê de AKP û Selefiyan sê caran hewl dan provokasyonê bikin. Çalakî wê heta 1’ê Tebaxê li ber Hannover HBF dewam bike. Di 1’ê Tebaxê saet di 15:00 de wê bi meşekê bi dawî bibe.
Li Kopenhagenê meş hate lidarxistin
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Kopenhag Rådhuspladsen’ê saet di 15:00’an de civiyan û ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê û gerîlayên di bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz girtin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Dogan li vir peyivî û got, „Şerê ku dewleta Tirk di dema dawî de şidandiye, ne yê îro ye, bi salane li hemberî gelê Kurd tê meşandin û dewama komploya navneteweyî ye. Beriya niha li Amed, Şengal, Kobanê û Pirsûsê bi afirandina rewşeke kaosê re, bi destê DAIŞ’ê xwest li her herêma Kurdistanê vî şerî di rojevê de bigire.“
Endamê Meclîsa Enhedslisten (Partiya Yekîtiyê ) Finn Sørensen jî diyar kir ku ew siyaseta Tirkiyeyê şermezar dikin û got, „Divê tavilê operasyonên li hemberî Kurdan bisekinîne. Li şûna êrîşa li hemberî Kurdan divê li dijî DAIŞ’ê operasyonan pêk bîne. Ji ber ku Kurd bi tena serê xwe li hemberî DAIŞ‘ê şer dikin.“ Parlamenter û alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdar Benlî jî ragihand ku ew destekê didin têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî DAIŞ‘ê. Di mîtînga ku alên PKK, KCK, PYD, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatin hildan de dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê“ û „Kujer Erdogan“ hatin qîrîn.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê wê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê were protestokirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara her wiha bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan jî kir ku li hemberî bomberdûman û operasyonên qirkirinê yên desthilatdariya AKP dimeşîne helwestê nîşan bidin û îro (30’ê Tîrmehê) saet di 14:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Stockholmê beşdarî xwepêşandanê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN