Çekên kîmyewî ku yekem car Beriya Zayinê di sala 428’an de di şerê Peleponezê yê di navbera Sparta û Atînayê de ji dixana êzîngên zift û kukurtê hate bikar anîn, îro Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) bi awayekî veşarî û li dijî peymanên navneteweyî li dijî PKK'ê bikar tîne. TSK'ê li gel ku Tirkiye peymanên navneteweyî yên der barê çekên kîmyewî de îmze kiribin jî dîsa li çoltarên Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Mûş û gelek çoltarên din peyman îhlal kir û li dijî endamên PKK'ê 46 caran çek bikar anîn û bi tevahî 437 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di operasyona TSK'ê ya li dijî endamê HPG'ê ku di 22-24'ê cotmehê de pêk anî û 36 endamên HPG'ê li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dan hate îdîakirin ku TSK'ê çekên kîmyewî bikar aniye.
Li cîhanê îro her çend li gorî peymanên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî hatibin qedexekirin û Tirkiyeyê jî îmze avêtibe binê vê peymanê jî dîsa Tirkiye li hemberî PKK'ê çekên kîmyewî bikar tîne û hovîtiya xwe ya ku heta niha li hemberê şervanê gelê kurd pêk anî bû, dîsa dubarkir û bê exlaqiya xwe raxiste ber çavan. Li gorî rapora ÎHD'ê heta niha Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) li dijî PKK'ê 46 caran çekên kîmyewî bikar anîye û 437 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê pêkanîna TSK'ê û Tirkiyeyê dewletên ku peyman îmze kirine û biryar dane ku li dijî dewletê peymanê îhlal dikin, bi biryarin ceza bikin jî hêj tu gav nehatine avêtin û li hemberî hovîtiya dewleta tirk wekî bercarê ew wî bûne şirîkê vê hovîtiyê.

Dîroka çekên kîmyevî 
Di cîhanê de yekem car çekên kîmyewî Beriya Zayinê di 428'an de di şerê Peleponezê de çeka kimyewî ji dixana êzînên bi kukurt û zift hate afirandin û li dijî dijmin hate bikar anîn. Di şerê navbera Sparta û Atîna de ji bo kelehan dorpêç bikin çeka zift û kukurtê bikar anîn. Pişt re di serdema Romayan de ava vexarinê hate jahrkirin.
Di sedsala 16'emîn de kimyagerekî bi navê Glavber xwest ji bo dewleta Osmanî çeka kîmyewi ya bi kesap amade bike lê bi ser neket. Di dema şerê Alman de Almanan çekên kîmyewî li dijî artêşa Napolyon bikar anî. Di sala 1854’an de di serdema şerê Kirimê de Îngîlîzan xwest li diji Sivastapolê gazên jahrînî bikar bîne, lê pişt re devjê berda.
Di hezîrana 1917'an de yekem car Almanan gaza Difenilkloroarsin (DA) û Hardal di heman demê de bikar anî. Di dema 1'emîn Şerê Cîhanê de di 22'ê nîsana 1915'an de Almanan gaza bi klor bikar anî û 10 hezar leşkerên firansî kuştin. Di sala 1930'an Rûsan li dijî çînan çeka kîmyewî ya îperit bikar anî û bolukek leşkerên çînî qir kir. Di sala 1935'an de Îtaliyanan li dijî habeşiyan gazên kîmyewî bikar anî û gelek ji wan kuştin.
Di sala 1925'an de bi peymana Cenevreyê Çekên Kîmyewî di dema şer de hatin qedexekirin. Di vê peymanê de DYA û hin welatên din xwestin ku dema li hemberî wan çekên kîmyewî hatin bikar anîn bersîvê bidin. Welatên Îtalya, Etiyopya Japonya, Mançurya û Çinê li gel ku peymana Cenevre îmze kirin jî dîsa çekên kîmyewî bikar anîn.
Di sala 1936'an de dema kîmyagerê Alman Gerhad Schrader, li ser dermanê kêzikan dixebitî Gaza Tabun (GA) dît. Gerhad Schrader piştî 2 salan Gaza Sarin (GB) keşif kir. Pişt re Îngîlîstan gelek gaza Sarin (GB) bi dest xist. Sovyetan jî fabrîqeya hilberîna Gaza Sarin (GB) ji Almanan derbasi welatê xwe kir. DYA'yê jî li ser gaza Sarin (GB) bombeyên bi mîsket bikar anî û li gorî şerê eniyê amade kir. Pişt re Fransa, Îngîlistanê û Kanadayê gaza Sarin (GB) bi armanca testê hilberand. DYA'yê dest bi hilberîna gaza Sarin (GB)'ê kir.
Di salên 1982-1987'an de Iraqê li dijî kurdan bikar anî. Di sala 1988'an de li dijî Halepçeyê çeka kîmyewî bikar anî.
Li Japonyayê mezhebê Aum Shinrikyo li dijî metroyê Tokyoyê çekên kîmyewî bikar anî.

Peymanên îmzekirî 

Di Cîhanê de piştî ku bikaranîna çekên kîmyewî ji kontrolê derketin, welatên cîhanê ji bo rê li pêş vê yekê bigirin gelek peyman îmze kirin. Di salên 1899 û 1907'an de peymana Laheyê hate îmzekirin. Di sala 1925'an de protokola Parisê hate îmzekirin. Di sala 1972'an de protokola Cenevre hat îmzekirin. Di sala 1989'an de di navbera DYA û Rûsyayê de îmhaya çekên bîyolojîk û kîmyewî hate îmzekirin. Di sala 1993'yan de peymana Parîsê hate îmzekirin.
Di dîrokê de yekem peymana nivîskî ya çekên kîmyewî di sala 1675'an de di navbera Împaratoriya Romayê û Fransayê de bi peymana Strasbourgê pêk hat. Bi vê peymanê di şerê navbera herdu weletana de bikaranina çekên kîmyewi hate qedexekirin. Ji ber vê yekê di sala 1899'an de di Peymana Laheyê de gelek welatan li hev kir ku dê çeken kîmyewî bikar nînin.

DYA, Ewropa û Iraqê îhlal kirin
Li gel Konvansiyona Laheyê di 1'emîn Şerê Cîhanê de çekên kîmyewî hate bikaranîn û peyman hate îhlalkirin. Îraqê di sala 1931'an de peymana Cenevreyê îmze kir, lê di salên 1980'an de li hemberî Îranê û di salên 1987-88'an de li hemberi Helepçe û kurdan bikar anî.
Di şerê Yemenê û Koreyê de îdîayên ku çekên kîmyewî hatine bikar anîn hatin kirin. DYA'ê li dijî Vîetnamê çeka kîmyewî bikar anî. Piştî ku dîsa çekêm kîmyewî hatin bikar anîn Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) protolek ji ji îmzeyê re vekir. Ev rêxistina serbixwe hewl dide ku tora xwe fireh bike. Heta gulanA 2009'an 188 welatan îmze avêt vê protokolê û alîkiriya xwe îlan kirin. OPCM'ê xwest heta dawiya sala 2007'an hemû çekên kîmyewî îmha bikin. Di encama vê yekê de derket holê ku li tevahiya cîhanê 70 hezar ton stoka çekên kîmyewî heye. Derket holê ku ji sedi 95'ê vê depoyên van çekên kîmyewî tenê li welatê DYA û Rusyayê ne.

Peyman kengî îmze kirin 

Peymana 1'emîn: Di di sala 1675'an de li Strasbourgê pêk hat. Di navbera Împaratoriya Roma û Fransayê de pêk hat. Li gorî vê peymanê dê herdu welat li hemberî hev çekên kîmyewî bi kar nînin.
Peymana 2'yemîn: Di sala 1874'an de li Brukselê hate niqaşkirin lê nehat qebûlkirin. Li gorî vê peymanê hate xwestin ku hemû çekên kîmyewî bên qedexekirin.
Peymana 3'yemîn: Di sala 1899'an e Konvansiyona Laheyê hate imzekirin 31 dewletan îmze avêt vê peymanê. Li gorî vê peymanê gazên kîmyewî yên fetisandin, jahrkirin û wekî wê hatin qedexekirin.
Peymana 4'emîn: Di sala 1907'an de Konvansiyona Lahey hate îmzekirin. 35 dewletan îmze kir. Bikaranîna hemû gazên kîmyewî hatin qedexekirin.
Peymana 5'emîn: Di sala 1919'an de peymana Versayê hate îmzekirin. Di navbera Almanya û welyatên Îtilaf de hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê hilberîna çekên kîmyewî û firotina wan li Alman hate qedexekirin.
Peymana 6'emîn: Di sala 1922'yan de Konferansa Çekan a Washingtonê pêk hat. Di vê konferasê de lihevhatin derneket. Hate xwestin ku hemû cûreyên çekên kîmyewî bên qedexekirin.
Peymana 7'emîn: Di sala 1925'an de protokola Cenevreyê hate îmzekirin. 134 dewletan îmze avêt protokolê. Hin cûreyên çekên kîmyewî hatin qedexekirin.
Peymana 8'emîn: Di sala 1933'yan de Konferansa Bêçekkirina Cîhanê pêk hat. Lihevhatin derneket. Hate xwestin ku di peymana Cenevreyê de penaseyek teqez bi çekên kîmyewî bên kirin. Hate xwestin ku li dijî dewletên nealîgir jî ev çek neyên bikar anîn.
Peymana 9'emîn: Di sala 1972'yan de Konvonsiyona Çekên Biyolojîk pêk hat. 162 dewletan îmze kir. Di vê peymanê de hemû cureyên çekên biyolojîk hatin qedexekirin.
Peymana 10'emîn: Di sala 1985'an de Koma Avustralya peyman pêk anî. 41 dewletan îmze kir.
Peymana 11'emîn: Di sala 1989'an de Konferansa Bikaranîna Çekên Kimyewî hate lidarxistin. 149 dewletan imze kir. Hêjmara dewletan her ku diçe zede dibe.

Peymana 12'emîn: Konvansiyona Çekên Kîmyewî di sala 1993'an de pêk hat û 187 dewletan îmze avêt. Bikaranîna hemû çekên kîmyewî hate qedexekirin. Depokirin û firtotina wan jî hate qedexekirin.

AMED - DÎHA




ÎHD: 46 caran çekên kîmyevî hatin bikaranîn 437 kesan jiyana xwe ji dest dan


Ji bilî çekên TSK'ê li Colemêrgê bikaranîn li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya bi navê "Bikaranîna Çekên Kîmyevî" TSK'ê ji sala 1994'an heta niha 46 caran ev çek bikaranîn. Li gorî raporê ji ber van çekan 437 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de 3 minak hatin dayîn: “Pevçûna di 11'ê gulana 1999'an de ya li nêzî gundê Ballikaya yê navçeya Silopî ya Şirnexê ya ku 20 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Pevçûna di sala 2009'an de ya li navçeya Çelê ya Colemêgê ya 8 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûna di 31'ê tîrmeha 2011'an de a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de ya ku endamê PKK'ê Bedran Kaya jiyana xwe ji dest da. Tu şopa guleyan li ser cenazeyê Kaya tunebû û kesên cenaze şuşt jî gotin cermê cenaze perçe perçe diket.”

ÇEKÊN ÎMHAYA GİRSEYÊ

Çekên Îmkakirina Girseyê, (Weapons of Mass Destruction -WMD) dibe sedema komkujiyan û wêrankrina xwezayê. Ji çekên nukleer, biyolojîk û kimyewî pêk tên. Yekem car di sala 1937'an de li bajarê Guernica yê Îspanyayê ji aliye Naziyan ve hate bikaranîn. Di sala 2003'de ev yek bû hinceta ku DYA Iraqê dagir bike.
Çekên Îmhakirina Girseyê (WMD), ji 3 cûreyan pêk tê. Çekên nukleer, biyolojîk û kîmyewî.

ÇEKÊN NUKLEER:

Çekên ku dikevin vê komê; Bombaya Atomê, Bombeya Uranyum û plutonyum û Bombeya Hidrojenê.

ÇEKÊN BİYOLOJÎK:
Di van çekan de vîrûs û bakterî tên bikaranîn û di genên mirov de guhertinan çê dikin.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ:
1 Gazên ku mirovan difetisînin, Boriya bêhnê, kezebê perçe dike. Madeyên di vê çekê de tên bikar anîn klor e.
2 Çekên Jahrkirinê: Bi madeyên ku di nava xwînê de oksîjenê vedihewînin re dikevin reaksiyonê û xwînê dişewitînin.
3. Gazên Şewatê: Ev gaz di çermê mirovan de şewatnê çêdike. Ji ber ku çerm dişewite bêhnstendina çerm dixetime û mirov difetise. Bombeya li Helepçeyê hate bikar anîn ji vî cûreyê bû.
4 Gaza Sînîr. Dema ev gaz tê bikaranîn û dikêje mirovan piştî temasî sînîr dike bêyî daxwaza mirov hemû sînîr û damar dişidin. Ji ber ku hemû damar dişidin û hişk dibin mirov nikare bêhnê bistîne û difetise. Gazên li Tokyo ji vî cûreyî bû.