Li dij meleyên sîxurê AKP’ê operasyon

Skandala sîxuriya meleyên DİTİP’ê ku çend mehên dawî rojava Almanyayê dagir dike bi serdegirtina malên meleyan ên li du eyaletên Almanyayê kete qonaxeke nû. Li aliyê din belgeyên di derbarê endamêm sîxûrên hikûmeta AKP û Erdogan ên li Awûstûryayê doh radestî polîsên Viyana yê hatin kirin.
Di çerçoveya lêkolîna derbarê sîxuriyê de polîsê Alman li eyaletên Ren Westfalia û Rheinland Pfalzê avête ser mala 4 meleyên DİTİP’î yên tê payin karê sîxuriyê kirine.
Kovara Der Spigel di malpera xwe de ragihand ku plan hatebû kirin ku operasyon di dawiya miha çile de pêk were lê belê ji bo demeke kurd hate paşvexistin. Li gor kovarê operasyon di çerçoveya serlêdana suc a berdevkê partiya Keskan ê ji karê olî berpirsiyar Volker Beck a derbarê xebatên sîxuriyê yên DİTİP’ê de pêk hatiye. Beck dawiya sala borî têkildarî mijarê hin belge pêşkêşî Serdozgeriya Federal a Almanyayê kiribûn. Di nava belgeyan de raporên diyanetê yên ji nûnertiyên derve û seferatxaneyan re hatine şandin û raporên sefaretan ên ji Enqerê re şandibûn jî hebûn.
Ji Wezareta Dadê daxuyanî
Wezîrê Dadê yê Almanyayê Heiko Maas têkildarî mijarê daxuyaniyek da û xwest ku îdîayên sîxuriyê yên derbarê DİTİP’ê de di dema herî kurt de werin zelal kirin. Wezîrê Dadê Maas ev nerîn bi raya giştî re parve kirin: “Heger gumana ku hin ji meleyên DİTİP’ê sîxurî kiriye rast derkeve wê demê piştrast dibe ku ev sazî duvikê hikûmeta Tirk e. Diyar e ku ev sazî di bin bandoreke giran a dewleta Tirk de ye û divê ji bin vê bandorê rizgar bibe.“
Serokê Rêxistina Parastina Makezagonê yê Eyaleta Bakurê Ren Westfaliya Burkhard Freier agahî dabûn Komîsyona Hûndir a Meclîsa Eyaletê ya li Dusseldorfê û ragihandibû ku herî kêm 13 meleyên ku sîxurî kirine hatine despît kirin. Freier ragihandiû ku meleyan derbarê 33 kes û 11 saziyan de agahiyên îstîxbarî berhev kirine û pêşkêşî diyaneta Tirk kirine.
Belgeyên sîxurtiyê yên ATÎB’ê
Ne tenê Almanya her wiha rojeva Awûsturya jî xebatên îstîxbaratî yên bi destê saziyên olî yên Tirk e. Belgeyên di derbarê endamêm sîxûrên hikûmeta AKP û Erdogan ên li Awûstûryayê ku ji bo Yekitiya Îslama Tirk a Awûstûrya (ATÎB) kardikin, doh radestî polîsên Viyana yê hatin kirin.
Berdevkê Politîkayên Ewlehiyê ya Partiya Kesk a Awûstûrya Peter Pîlz li Viyanayê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser politikayên hikûmeta Tirk û got; “ATÎB bûye pergala politîkayên hikûmeta Tirk.”
Peter Pîlz hişyariyek da û got; “Hikûmeta Tirk bi politîkayên ‘hişk û qanûnan nayê nîqaşkirin’ weke ensûrmanekê kartîne. Rêxistinkirina sêwana vê rêxistinê di destê rêveberiyên Tirk de ne.”
Ropora ku ji aliyê Peter Pîlz ve hatî pêşkêşkirin, di şêweyê dîtina ATÎB’ê de weke saziyekî çand û hûnerê tê xwiyakirin, lê belê di naveroka xebatan de aliyên din bal dikêşe ser xwe.
Pîlz diyar kir ku ATÎB bi serokatiya Diyanetê ve girêdayî ye û agahiyên derbarê îstixbaretê de hene. Di nava van de Kurd, Mûxalîf, Rojnamevan û aliyên Fettullah Gulen ên tên şopandin jî hene.
Peter Pîlz diyar kir ku ATÎB bi hinceta xebatên xwe agahiyan kom dike û ji bo saxiyên din vediguhêze. Pîlz, binî xet kir ku Serokê ATÎB Fatîh Mehemt Karadiş ji ser Sefaretxaneya Salzbûrgê re sîxûriyê ji bo Wezîrê Diyanetê yê Tirk vediguhêze.
KOLN / VIYANA
