Li gorî çavkaniyên herêmî, fermandarên komên çete cenazeyên 35 endamên xwe şewitandine. Li gorî agahiyên heman çavkaniyan dane, piraniya termên hatine şewitandin ên çekdarên nêzîk Tirkiyeyê ne û ew ji aliyê serbazên Tirk ve dihatin birêvebirin.
Ciwanê astengdar qetil kirin
Komên çete di van rojên dawiyê de gelek sivîl sûîqest kirin. Li Serêkaniyê komên çete ciwanê Kurd Orhan Hemê Mixtar astengdarê mejî yê 20 salî, li taxa Xeraba sûîqest kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Pêr jî, saet di 12.30 de hewanek li kolana Ehmed Kan ket û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. kesên bi navê Şehed Hanî Hebaş ê 3 salî, Umer Hanî Hebaş ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û Semah Umer Hebaş a 20 salî û Hanî Hebaş ê 65 salî birîndar bûn.
Her wiha welatiyê Kurd Celal Ebdula Hisên di sala 1986 ji dayik bûye bi guleyên komên çete hate kuştin û Cûdî Sedûn Ebdo jî birîndar bû.
ANF/SERÊKANIYÊ