
Di serî yên Amedê bi giştî 763 saziyên civaka sivîl yên Bakûrê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deklarasyonek hevpar weşand. Li ser navê hemû saziyan serokê ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û wiha got: “Di raya gitştî û qada siyasetê de hewaya ku derketiye holê ji bo biguhere pêvajoyeke erênî û pêşiya hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re vebibe, em bang li hikûmetê dikin. Bila pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re bê vekirin û şert û mercên wî bên başkirin.”
Rêxistinên civaka sivîl der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku salek li pişt xwe hişt deklerasyonek weşandin. Deklerasyon ji aliyê 763 saziyên sîvîl ve hate îmzekirin. Deklerasyon li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Başurêrojhilat bi civîneke çapmeniyê hate aşekerakirin. Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, serakê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, nûnerên sendîkayên girêdayê KESK’ê, nûnerên sendîkayên kar, Odedyên endezyaran yên girêdayê TMMOB’ê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn.”
Îmzeya 763 saziyan
Deklerasyoan ku di bin îmzeya 763 saziyan de hatibû amadekirin ji aliyê Racî Bîlîcî ve hate xwedin. Bîlîcî diyar kir ku ev deklerasyon ji aliyê saziyên civaka sîvîl yên li herêmê faliyetan dimeşînin û di qada siyasetê de bi bandor ve hatiye amadekirin. Bîlîcî wiha got: “Wekê her demê hewcedarî bi aştiyê heye. Her kesê ku hewcedariya wan bi aştiyeke mayîne û bi rumet heye peywir girtine ser xwe. Em pisgirêkên xwe û di serî de pirsgirêka Kurd nekarin bi pevçûnan çareser bikin. Hewcedariya me bi axaftin, nîqaş û muzakereyê heye. Ji ber vê hewcedariya me bi diyalogê heye. Dixwazin vê yekê dîsa bi bîr bîxinin.”
'Divê şertên Ocalan werin başkirin'
Bîlîcî destnîşan kir ku diyalog jî ancax bi muxatabên pirsgirêkêre pêkane û wiha got: “Ji ber vê jî divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û bi hestiyar tevbigere. Bîlîcî di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Ji çareseriya pirgirêka Kurd divê aktorên bi bandor bikevin dewrê. Ji van aktoran yek jî Birêz Ocalane. Birêz Ocalan ev saleke bi parêzerên xwe re nekare hevdîtinê pêk bîne. Em bang li hikûmetê dikin bu bila vê hewaya k udi rayagiştî û qada siyasetê de hatiye afirandin bila biguherînin pêvajoyke nû. Divê pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin. Divê hikûmet şer t û mercên Ocalan baş bikin.”
ANF/AMED
'Li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin'
TUHAD FED'ê bi boneya tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salek e didome şermezar bikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Fatîhê, GOÇ DER'ê jî piştgirî dan civînê. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Serokê Şaxa TUHAD DER a Amedê Sirri Dogan û malbatên girtiyan jî di civînê de amade bûn. Seroka Federasyonê Zubeyde Teker, axaftinek kir û bibîrxist ku ji bo tecrîda ku dikeve roja 365'emîn re her roj, her roj bangewazî kirin e. Teker, wiha got: "Me bang li dilê ker, wîjdanên kor kir û xwestin li hemberî vê polîtîqayên komkujê dengê xwe bilind bikin. Ne mirin, ne zulim, ne zindan, nikare li pêş me bibe asteng. Em îşkence û zulima li ser birêz Ocalan napejirînin. Em dê qet nepejirînin jî."
Teker, diyar kir ku li ser înada kesên li hember 3 milyon daxwaznameyên di arşîvên meclîsê de hatine veşartin bêdengin, ew dê qêrîna xwe bidomîn in û wiha got: "Em bi rêberê gelê xwe yê her roj lê her roj jiyanê ji nû ve afirandiye ve jiyîn û em dê pê re bijîn. Heke aştî were , demokrasî, azadî bê vê welatî dê bi birêz Ocalan re were." Teker, ji bo xwedî derketina van kedan bang li hemû gelên li Tirkiyê kir û ev tişt gotin: "Werin em ji hikûmeta dîktator a faşîst ku êş ê ji me re wek e qeder dibîne, devê xwe ji hêstirên çavên me re xwar dike, yê hiqûqê û rûmeta mirovahiyê binpê dike, meşrutiyeta wê nemaye re bibêjin 'rawest e'."
Ji malbatên girtiyan ên beşdarê civînê bûn, Fîkrîye Tanrikûlû, Zekeriya Taşli û M. Sîraç Ozturbaşi jî, diyar kirin ku gelê kurd Ocalan weke vîna xwe hesibandiye, ji ber vê yekê tecrîta giran qebûl nakin û şermezar dikin.