Heyeta HDP’ê ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamenterê Êlihê Mêrdînê Alî Atalan û Nûnerê HDP’e yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay jî heye, li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li Strasboûrgê, tevî Koma Yekîtiya Çep a Parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marîe-Chrîstîne Vergîat, Alîkarê Serokê Komîsyona Parlamenta Têkel a PE-TBMM Takîs Hadjîgeorgîoû û Parlamenterê Spanyayî Ûrban Crespo yên meha derbasbûyî çûn Kurdistanê, çavdêriyên xwe ragihandin.
Di civînê de bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên din ên Ewropayê hat kirin, ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bikevin nava tevgerê.
Parlamenterê HDP’ê Baydemîr diyar kir, ku ji bo agirbest bê ragihandin û alî li maseyê vegerin ji Ewropayê xwest bi însiyatîf rabe û got, “Divê Yekîtiya Ewropa serî li ber şantaja koçberiyê ya Erdogan netewîne.”
Parlamenterê HDP’ê Atalan jî ji Ewropayê xwest, li hemberî komkujiyên tên kirin, bi berpirsyarî rabe.
‘Çareserî bi muzakereyê dibe’
Hadjîgeorgîoû jî got, “Pêvajoya agirbestê ji me be, ji bo Parlamenta Ewropayê girîng bû. Diviyabû mirov nehatibûna kuştin. Avakirina maseya muzakereyê girîng bû. Dema em çûn herêmên piraniya şêniyên wê Kurd in, Waliyan bi taybetî jî Waliyê Amedê daxwaza me ya hevdîtinê red kirin. Halbûkî meseleya Kurd bi muzakereyê re çareser dibe.”
‘Zext li her kesî kirin’
Parlamenterê Spanyayê Ûrban Crespo jî çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê vegot: “Dema em li Amedê bûn, dengê topan ji her devera bajêr dihat bihîstin. Ev rewşek normal nîne. Rewşeke şer heye.
Rêveber û xebatkarên şaredariyê, siyasetmedar, her kes bi zextê re rû bi rû ne.”
Vergîat jî got, “Ya ku me dît û dîmenên gihaştin ber destê me nîşan didin; mafên mirovan li aliyekî, hiqûqa şer jî bi cih nayê anîn.”
HUSEYÎN ELMALI/ANF/STRASBOÛRG