
Duh xwendekar û mamostayên Zanîngeha Raperîn li ber avahiya Fakûlteya Perewrdeyê ya girêdayî Zanîngeha Raperîn daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniya de bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêma Qendîl û sînorê Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Her wiha bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, li ser navê Serokatiya Zanîngeha Raperîn, Dr. Şehab Teyib ku axivî û got; “Em êrîşên terorîstane yên dewleta Tirk li ser gund, bajar û xaka Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev ne cara yekem e. Bi salan e ev karê qirêj û nemirovane ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdistanê tên meşandin.”
Destûr nedin karê terorîstî
“Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku sinorek ji bo destdirêjiyên rejîma Tirk dane. Her wiha em hewl bidin ku carek din vî karê xwe yê qirêj û nemirovane li hemberî gelê me pêk neyne. Her wiha em ji aliyên navneteweyî, ew welatên ku xwedî dirûşma demokrasî û mafê mirovan daxwaz dikin ku destûr nedin ti welatek sînorê welatek din derbas bike û karê terorîstî û şidetê bikar bîne.”
‘Hikûmet bêdeng e‘
Li ser navê xwendekaran jî Hemze Selîm bi bîr xist ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd tê qetilkirin û got: “Belê mixabin heya niha ti aliyekî li hemberî van kiryaran helwesta xwe nîşan nedaye. Tişta ku xwendekar li hemberî nerazîne, hebûna bargeh û navendên leşkerî û hewldanên dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê ye. Rojane li hemberî xak û gelê Kurdistanê sîxortiyê dikin. Bi rêya van Binarê Qendîl bombebaran dikin. Îro Qendîl tê bombekirin. Ger wiha bêdengiya aliyên siyasî û hikûmetê bidome, wê dema pêş de paytextê Herêma Kurdistanê jî bombebaran bikin. Ji bo wê jî ev metirsiyekî mezine li ser xaka Kurdistanê. Ji bo wê jî divê tevahî aliyên siyasî xelkê bi şeref ê Kurdistanê li gelemperiya cîhanê dawî li bêdengiya xwe bînin, li hemberî van destdirêjiyan bibin xwedî helwest û tifaq.
Xizmeta Tirkan dikin
Mixabin li Herêma Kurdistanê hinek kes ji bo dewleta Tirk xizmet dikin. Ji bo wê divê takekesê Kurd vê qebûl neke. Divê demek herî zû de kongreya neteweyî bê lidarxistin.”
ELÎ QADIR / ROJNEWS / RAPERÎN