
Kovara Hawdem û Civanên Welatparez ê Herêma Federal a Kurdistanê di çarçoveya kampanya bi dirûşma “Ji bo derxistina baragehen Tirkiye 1 mîlyon îmze” de milyonek û 470 hezar îmze kom kir. Encma kampanyayê bi civînekê hate aşkerekirin. Di civînê de Nûnêrê PYD ya Herêma Federal a Kurdistanê Hûsêyin Koçer, endam û revebirên Kovara Hawdem, Civanên Welatparêz ya Herêma Federal a Kurdistan û Tevgera Jinên Azad ye Herêma Federal a Kurdistanê û endam û revebirên partiyen siyasî û rexistinên sivîl amade bûn. Li holê ku civîn hatê lidarxistin wêneyen baregehên Tirkiye ye ku li herêm heyî hatê daliqandin û di wan wêneyan jî wêneyên komqûjiye ye ku dewleta Tirk berambêre Kurdan pek aniye hatin daliqandin. Li ser navê Kovara Hawdem û Civanên Welatparêz ye Herêma Federal a Kurdistanê Civan Kurdistan daxûyaniye xwend.
Encama keda ciwana ye
Kurdistan da zanîn ku civanên Kurd bi kedekê mezin hewl daye ji bo ku kampanya serkeve û wiha got: „Armanca me ya serêke ev bû ku polîtîkayên deshilata Tirk ser gele Kurd pûç bikin. Komqûjiya dewleta Tirk bidavî bikin. Li gel ku parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê biryar girtin ku kampanayê le mixabin ev biryara wan nehat pratîze kirin” Kurdistan di derbarê armancê kampanya ye wan xalan rezkir. “Yekêm, zext ser dewleta Tirk bi reya hevpeymanên navnetewî bikin ku demek zûtirin herêma Kurdistan derbikevê. Dûyem, nerazîbuna gele Kurd yen beranbêre baregêhen dewleta Tirk ji cîhanê re aşkere bikin. Sêyem, zext ser deshilatên Herêma Federal a Kurdistan û Hikûmeta Navendî ye Iraq bikin ku demek zûtirîn hevpeymanên bi dewleta Tirk xirabikin û êdî nehelin ku dewleta Tirk xaka Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê bo kar û barên xwe yen sîxûrtî û leşkêrî bikar bîne. Çarem, bo piştgirî bidin biryarê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku bo derxistina baregehên leşkerî ya dewletên din yen Herêma Federal a Kurdistanê û hezek bidin we biryarê”
Xemsaziya hikûmetê rexne kirin
Civan Kurdistan da zanîn ku hewldanên civanan bo kampanya gelek xûrt bu le rayadarên herêm xwedî kampanya derneketin. Kurdistan, bexemiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî rexnekir û got, “Pewîst bu ku parlamento xwedî biryarên xwe derkevê û piştgiriyek aborî an jî piştgiriyek siyasî bide kampanyayê le ev pek nehat û civan dema wajo kom dikir jî gelek zexmetî kişandin. Gelek ciya de asayîş û hêzen herêm nehîştin wajo werin komkirin û zext ser gele Kurd kirin. Ev jî gûman sere me de çedike ku hevkariya rayadarên asayîş û dewleta Tirk heyê”
Piştê daxûyaniye Sernûserê Govara Hawdem Peywênd Envêr derbarê encamê kampanya ye wiha got. “Li Parêzgeha Hewlêr, Kerkûk, Silemanî, Behdînan, Şengal, Germiyan her wiha Bexda, Welatên Ewropa wajo hatin komkirin. Encamê wan gihştî 470 hezarê. Li deverên Behdînan ji ber ku asayîş nehîşt wajo gelek cîhe we nehatin komkirin. Her wiha gelek cîhen din jî hezin herem nehîştin ku em wajo kombikin. Hem Parêzgeha Hewlêr hem jî Parêzgeha Dohûk bo komkirina wajoyan destûra fêrmî nedan. Nehiştin gelek cîha em wajo kombikin” Enver da zanîn ku ev helwesta rayadarên herêm nîşan daye ku peywendiyen wan yen siyasî li gel dewleta Tirk heyê û bo wê jî nexwazin baregehen Tirk li herem derkevin”
Enver diyarkir ku eve wan wajoyan ji bo bibîranîna komkûjiya Xalepçê 16’ê Adar ye radestê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bikin.
DÎHA/HEWLÊR