Ay, got ku piştî serîlêdanê, midûriyetan ji wan re gotiye ku mijar bi wezaretê re eleqedar e û ji ber vê jî serîlêdan hatiye redkirin.
'Hiqûqa hindûr û navnetewî binpê dike'
Ay, da diyarkirin ku piştî serîlêdanê li ser navê 3 kesên ku serîlêdan kirine li Dadgeha Şêwirmendiyê ji bo rakirina xala sirûda "Andimiz" têde ye doz vekirine, lê doz ji aliyê Dadgeha Şêwirmendiyê ve hatiye redkirin. Ay her wiha anî ziman ku piştî doz hat redkirin, çûne temyîzkirina biryarê û hîn jî dosya di merheleya temyîzê de ye. Ay destnîşan kir ku biryara redkirinê ya Dadgeha Şêwirmendiyê biryareke ku pir zêde girêdana xwe ya bi nirxên kemalîst ve dide nîşandan û diparêze.
Ay têkildarî mijarê wiha berdewam kir: "Bi rastî em ne bawer in ku Dadgeha Şêwirmendiyê di temyîzê de jî biryareke cuda bide. Lewma dema biryar hat, em difikirin bi sedema ku ev xal li dijî Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û destûra bingehîn a 82'yan e serî li DMME bidin." Ay, da diyarkirin ku ew bawer in ji bo ev xal îhlalkirina gelek azadiyan e , pêşketina zarokan a şexsî û civakî di aliyê neyênî de bandor dike û her wiha ji ber pêkanîneke wiha ye ku kesên ji nîjadên din tune dihesibîne wê DMME ya di aliyê betalkirinê yan jî dayîna tezminatê de biryarê bigire
Hedef înkara çanda Kurd e
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Kasim Bîrtek jî, da diyarkirin ku li Tirkiyeyê dewlet li ser esasê yektîpbûnê hatiye avakirin, yektîpbûn ne tenê bi saziyên perwerdeyê ve bi sînor in, li tevayî qadan serwer e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê pêkhateyeke ku gelan înkar dike û her wiha nîjadekî li ser esasê nîjadperestiyê derdixe pêş heye. Di vê çarçoveyê de qada herî girîng qada perwerdeyê ye."Bîrtek ku got, di şekilgirtina welatekî de perwerde xwedî rol û girîngiyeke mezin e û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên ku bi mejiyekî nîjadperest tên meşandin, ji ber perwerdeyên tên dayîn ber bi merheleyên hîn pêşdetir ve diçin. Ev jî di qada perwerdeyê de rê li ber pirsgirêkên mezintir vedike."
Bîrtek da diyarkirin ku materyal û bernameyên perwerdeyê li ser esasê yektîpbûnê hatine avakirin, amadekirin û ev jî dibe sedem ku zarokên ji nîjadên cuda li xwe xerîb bikevin. Bîrtek di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca pergala perwerdeyê înkara hebûn û çanda Kurdên li herêmê, her wiha ji bo zarok li hebûna xwe xerîb bikevin û bi vê ve girêdayî bi awayekî derûnî bikevin rewşeke neserketî.
Encameke zîhniyeta netew-dewletê ye
Bîrtek anî ziman ku pêwîst e pergala perwerdeyê azad û demokratîk be, ji ber bi ya heyî re pergala perwerde û hîndekariyê ketiye rewşeke antî-demokratîk. Bîrtek got ku zîhniyeta yekperest tenê di pirtûkên dersan û mufredatan de nîn e û ev xusûs destnîşan kir: "Zîhniyeta yekperest di sirûdên ku di dibistanan de tên xwendin de jî xwe dide xuyakirin. Sirûdek ku têde tê gotin, 'Tirk im, rast im, jîr im, hebûna min ji hebûna Tirk re feda be' heye.'" Bîrtek da diyarkirin ku sirûda 'Andimiz' a di dibistanan de didin xwendin di rastiyê de yektîpbûnê û hiyerarşiyê derdixe pêş, ji zarokên ne Tirk re bi darê zorê "Ez Tirk im" didin gotin. Bîrtek têkildarî mijara wiha berdewam kir, "Li vir di du aliyan de şaşî heye; ya yekemîn zarok li hebûn û çanda xwe xerîb dikevin. Li vir neserketinek destpê dike. Ya duyemîn; bi darê zorê ku didin xwendin zextekê çêdike. Ji ber zextan jî zarok bi ser nakevin û derûniya wan xera dibe." Bîrtek da diyarkirin ku pêwîst e sirûda "Andimiz" bê rakirin û xwendina vê sirûdê ji zîhniyeta dewleta netewe çêbûye. Bîrtek got ku bi salane AKP di desthilatdar e û dibêje ku ew li dijî nîjadperestî, neteweperestiya olî û etnîkî ye û got, "AKP di vê mijarê de hîn gavek neavêtiye. Di vê mijarê de pêwîst e saziyên civaka sivîl, bi taybet jî sendîkayên perwerdeyê ji bo rakirina sirûda 'Andimiz' bikevin nav hewldaneke mezin." Bîrtek her wiha got ku wek Egîtîm Sen her tim çalakî û aktîvîte li dar xistine, heta niha bi ser neketine û wiha got: "Lê divê bê zanîn ku ji bo em bi ser bikevin xebatên me berdewam in." Bîrtek di dawiya axaftina xwe de bdestnîşan kir ku di pêvajoyê pêş de mijara perwerdeya bi zimanê dayikê û sirûda "Andimiz" bînin rojevê û heta bigihêjin serketinê wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
OZLEM AGUŞ/MEXMÛR/AMED