Meş, bi tevlîbûna hezaran kesî ji Baxçeyê Ronakî dest bê kir. Di meşê de bi sloganan girtina deriyê sînor û astengiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî xelkê Rojava hate protestokirin. Beşdarên meşê diyar kirin ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê sozên ji bo vekirina deriyê sînor bi cîh neaniyê û berovajiyê vê yekê li ser xeta sînor têl raçandine.
Piştî meşê li Parka Şar li ser nave komiteya amadekar, endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz Hawrê Ebdullah daxuyanî xwend. Di daxuyanîyê de hate gotin ku girtina sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike û ev bang hate kirin: "Hikumeta Herêmê ji ber zextên dewletên derdor naxwaze şoreşa gelê kurd ya Rojava bigehe armanca xwe. Eger helwesta hukumeta Herêmê ne bi vî awayî ba deriyê sinorê Rojava nedigirt... Pêwîste yekser deriyê sinor werin vekirin, lê tevî sozên hatiye dayîn, ti gav nehate avêtin. Gelê Kurd vê siyasetê bi tû awayî na pejirîne û vê helwesta Hikumeta Herêmê weke ‘ji exlaqê siyasetê dûr’ dinirxîne.
Piştî daxuyanîyê çalakî bi sloganên "Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistan", "Ji siyaseta qirêj ya li dijî Rojavayê Kurdistan re na", "Bijî yeketiya gelê Kurd", “Hewlêr, Efrîn, Mahabat, Amed yek armanc û yek xebat” bi dawî bû.
ANF/HEWLÊR