Meşên dirêj ên li Hannover û Berlînê ku li dijî Bêbextiya Navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, di roja sisiyan de ne. Çalakiya li Hamburgê jî doh di roja sisiyan de dewam kir.
Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurd û dostên wan di roja duyemîn a meşa dirêj de saet 11:00´an li ber Dêra Kurfurstendammê kom bûn. Piştî rêzgirtinê, li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an axaftin hatin kirin û komplo hate şermezarkirin.
Komîteya Amadekar her wiha qedexe û astengiyên li pêşiya dirûşma “Bijî Serok Apo” û hildana posterên Ocalan jî şermezar kir.
Çalakger doh di roja diduyê de ji Kreûzbergê heta meydana Kottbûsserplatzê bi 12 kîlometreyan meşiyan.
Helwêsta polêsan hat rûreşkirin
Meşa dirêj a li bajarê Elmanyayê Hannoverê jî doh di roja diduyê de dewam dikir. Meşa dirêj a sê rojan ji bajarokê Langenhagenê dest pê kiribû. Û îro wê bi mîtînga li nava bajêr bi dawî bibe.
Beriya ku çalakî doh dest pê bike, polîsên Elman bi hinceta wêneyên Ocalan dest danî ser pankartan. Ji komîteya amadekar Altun Bischoff nerazîbûn nîşanî polîsan da û di hevdîtinên beriya niha de yên bi polîsan re ji wan re gotibû, wê destûra pankartan bidin. Bischoff got, “Lê belê li ser soza xwe nesekinînin” û diyar kir ku helwesta polîsên Elman li dijî hiqûqê ye.
Kurdistanî û dostên wan di roja duyê de saet 11:00´an li pêşiya Leine Center a Laatzenê kom bûn. Di meşê de ku bi sedan kes amade ne, pankarta bi nivîsa “Ji ber rewşa tenduristiyê ya dramatîk a Abdullah Ocalan em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe” hate hildan. Di pankartê de her wiha xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li ser qedexekirina êşkenceyê hate bibîrxistin. Li gund û bajarokên meş tê re derbas bûn, belavok hatin belavkirin û ji bo Ocalan dirûşm hatin gotin.
Îro jî meş wê saet 11:00´an li ber gara trenê ya Hannoverê dest pê bike. Piştre li pêşiya Parlamena Eyaleta Saksonya Jêrîn mîtîngek wê pêk were. Çalakger wê dosyayekê bidin parlamenê.
Alîgirên St. Pauli jî tecrîd rûreş kir
Li bajarê Elmanya Hambûrgê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin. Meşê doh di raoja sisiyan a meşa dirêj de li semta Altona bi beşdarbûna Kurdistanî û dostên wan dest pê kir û Kurdistaniyên ji Bremenê jî beşdarî bûn. Qonaxa duyemîn a meşê li pêşiya Stadyûma St Pauli hate kirin. Aligirên tîma futbolê ya St Pauli jî beşdarî meşê bûn.
Di meşê de qanûna polîsan a Senatoya Hambûrgê derxistî jî hate protestokirin. Meşa ku bi hezaran kes beşdarî bûyîn, bi dirûşmeya “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.
BERLÎN/HANNOVER
KCDK-E: Tevlî çalakiyan bibin
Kurdistanî wê bi çalakiyan di salvegera 21´ê ya Bêbextiya Navneteweyî de ku pê 15´ê Sibata 1999´an Rêber Apo hat êsîrkirin, têkoşîna xwe dewam bikin û dengê xwe bidin bihîstin. Ev roja ku miletê Kurd jê re Roja Reş dibêje, wê 15ʼê Sibatê li bajarê Fransayê Strasbourgê bi meşeke mezin bê protestokirin.
Beriya wê jî wê li gelek navendên Ewrûpî çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî bêbextiyê û dewama wê sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê hebin.
Sê meşên dirêj ên navendî wê îsal pêk werin. Baskê vê meşê yê ciwanan îsal wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê 7ʼê Sibatê êvarê bicive û meşa xwe bide destpêkirin. Meşa vî baskî wê 8´ê Sibatê dest pê bike û çav li rê ye 14´ê Sibatê bigihe Strasbourgê.
Meşa dirêj a ji Cenevreyê ber bi Strasbourgê ve jî wê 10´ê Sibatê dest pê bike û 4 rojan dewam bike. 14 sibatê ew ê li Place Kleber a Strasbourgê bi her du baskên din ên meşên dirêj re bê cem hev. Baskê meşa dirêj ê ji Luksembûrgê bi bide rê jî wê 10ʼê Sibatê dest pê bike.
KCDK-Eʼyê jî bi daxuyaniyekê hem bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir beşdarî çalakiyan bibin û hem jî bernameya çalakiyan eşkere kir.
Li gorî vê bernameyê, ji bilî her sê meşên dirêj, çalakî wê li van deverên li jêr çêbin:
Parîs: 7 ta 9ʼê Sibatê, ji ber komeleya Vilneuve Saint Georgesê, saet 11.00ʼan
Marsîlya: 13 ta15 Sibatê, ji Martiguesê, saet 10.00ʼan
Kopenhag: 15 ta16 Sibatê, ji Navenda Glostrup st.-kultorv, saet 10.00ʼan
Viyana: 7 ta 8ʼê Sibatê, ji ber komeleya St.Pöltenê, saet 10.00ʼan
Delft (Holanda): 8ʼê Sibatê, ji dawiya Stasyona Delftê, saet 10.00ʼan
Atîna: 13 ta15ʼê Sibatê, ji Lavrionê, saet 09.00ʼan
Leuven (Belçîka): 9 ta10ʼê Sibatê, ji Stasyona Navendî ya Leuvenê, saet 10.00ʼan
FCK-BW / Federasyona Bayernê: 7 ta 9ʼê Sibatê ji Stasyona Trênan a Eslingenê, saet 09.00´an.