Di Konfrensa Çapemeniya ya Federal a li paytexta Elmanya Berlînê de, dema ku li ser navê hikûmetê daxuyanî dihat dayîn, komek aktîvîstên Elman bal kişand ser rewşa 7 hezar girtiyan û çalakiya îtaetnekirina sivîl pêk anî.

Komê, pankartên li ser, “7000 girtî di greva birçîbûnê de ne” û “Bi Rojava re di nav tevkariyê de bin” hilgirtin û daxuyaniya li ser navê hikûmetê dihat dayîn, qut kir. Komê her wiha danezaneke kurt xwend, bêdengiya çapemeniya Elmanyayê ya li hemberî greva birçîbûnê protesto kir.

Aktîvîstên Elman bi dirûşmên “Bila çekên Elmanyayê ji Kurdistanê biqeşitin” xwestin ku Elmanya bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bi dawî bike.

 

BERLÎN