KNK’ê der barê xweseriyê de ev yek got: “Tevgera Azadiya Kurd di pêvajoyeke hesas û dîrokî re derbas dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de, gelê Kurd biryareke dîrokî da û li dijî siyasetên înkar û tunekirinê modela Xweseriya Demokratîk îlan kir. Ev gava dîrokî, di bin pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk de hate avêtin û ev biryare vala derxistina siyaseta înkar û tunekirina dewletên dagirker e.”
Kongreyê di daxuyaniya xwe de li ser girîngiya îlankirina Xweseriya Demokratîk rawestiya û bal kişand ser nirxê wê yê ji bo gelê Kurd wiha dawî anî daxuyaniya xwe: “Em wekî KNK’e, vê gava dîrokî ya îlan kirina Xweseriya Demokratîk, geveke pîroz dibînin û biryara gelê Kurd û Kurdistaniyan bi dilsoziyeke mezin destek dikin. 14’ê Tîrmehê, berxwedana destanî ya li dijî bêstatuya Kurdan e. Di heman demê de, ji bo netew-dewletên ku sed sal in, di nava pirsgirêkên antî-demokratîk de serî li kiryarên derî exlaqî, derî însanî didin jî çareserî ye. Xweseriya Demokratîk, li ser rêbazên demokratîk hatiye avakirin û îradeya her kesî û her civakê, bawerî û çanda her kesî û her civakê diparêze û herweha tixûbên dewletan radigire.
Em di wê baweriyê de ne ku, gelê Kurd, bi vê modelê, şansekî dîrokî da dewleta Tirk, da ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîk de çareser bike. Heke Xweseriya Demokratîk nebe, Komara Tirkiyeyê demokratîk nabe, civaka demokratîk, welatê demokratîk ava nabe. Gelên li Tirkiyeyê jî, derfetên jiyana azad, wekhevî û bi rûmet bidestnaxin.”
KNK’ê biryara îlankirina xweseriyê wekî gavek û biryarek dîrokî nirxand û hêviyên xwe jî di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Îlankirina Xweseriya Demokratîk em wekî biryareke dîrokî dinirxînin. Pêwist e Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi dilsozî li Xweseriya Demokratîk xwedî derbikevin. Raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên demokratîk û aştîxwaz yên dewletên têkildarî Kurdistanê û yên navneteweyî û yên herêmî jî, bi rêzdarî nêzîkî vê biryara demokratîk ya ku gelê Kurd hilbijartiye bibin.”
Gelê me Xweseriya Demokaratîk
ava dike
Dîvana Serokatiya KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser îlankirina Xweseriya Demokratîk ya ku ji hêla Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve pêk hatî pîroz kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku gele Kurd dê bi hêvî û baweriyeke mezin dê li her qadê Xweseriya Demokratîk pratîze bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya KONGRA-GEL de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd bi salanê bi çalakî û berxwedana xwe israra xwe ya îlankirina Xweseriya Demokratîk anî ziman. Daxuyanî wiha dom kir: “Em Xweseriya Demokratîk ji bo gelê xwe pîroz dikin û bawer dikin ku gel bi hêzek mezin dê tevli xebatên înşaakirina Xweseriya Demokratîk bibin. 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd dîroke . Dê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dê xwedî li Xweseriya Demokratîk derkevin. Her kesek berpirse ku tevli înşaakirinê bibe. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbir, ronakbîr û Kurdistanî dê bi eşqek dê xebatan bimeşînin.”
KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Xweseriya Demokratîk tenê bi daxwazên siyasî yên Kurdan bi sînor nîne û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tenê bi daxwazên Kurdan ên siyasî sînor nîne ji bo gelên ku li Tirkeyeyê dijîn, ji bo daxwaz û hewcedariyên van, ji bo azadî û demokrasiyê tê afirandin. Partiyên siyasî, medya, rewşenbir, saziyên sivîl ên civakî û bi tevahî hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn divê Xweseriya Demokratîk fêm bikin û weteyek bidin. Xweserî tê wateya jiyaneke azad û wekhev. Ev model ne tenê li Rojhilata Navîn dê li cîhanê bibe mînak ji ber wê divê Tirkiye li gorî wê berpirsyariya xwe ya dîrokî bilîze. Em bang dikin ku divê her kes xwedî li îlankirina Xweseriya Demokratîk derkeve û ji bo pratîzekirinê rola xwe bilîze.”
ANF/BRÛKSEL
‘Xweseriyê
nas bike’
Koma Jinên Bilind (KJB), piştgirî da Xeseriya Demokratîk a ku di 14’ê tîrmehê de ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hat îlankirin. KJB’ê bang li dewleta Tirk û hikûmetê jî kir û got “Ji bo gelê Kurd statuya Xweseriyê nas bikin û komarê ber bi demokratîkbûnê ve bibin.”
Koordînasyona KJB’ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku ew forma netewe-dewlet a ku gel wekî civak, nasname û çand parçe dike, red dikin. KJB’ê wiha got: “Hemû pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin, ji ber sedemên xwe yên dîrokî heta roja îroyîn hatine. Statuya kolebûna jinê, tê wateya statuya kolebûna gelan jî. Lewma jî civakên ku azadiya xwe nespêrin azadiya jinê, ew pergal wê ji bo gelan tu caran demokrasî û azadiyek rastî neynin. Em wekî tevgera jinê, forma netewe-dewlet a ku gel wekî civak, nasname û çand parçe dike, red dikin. Em piştgiriya rengên cihê yên di civakê de dikin û hemû wekî hev û li jiyana û berxwedana wan a konfederal xwedî derdikevin. ”
Banga li ciwanan
KJB’ê di daxuyaniya xwe de bang li ciwanan jî kir û wiha got: “Ciwan hem di avakirinê de hem jî di parastinê de berpirsiyariya xwe bila bicih bînin. Lewma jî em bang li wan dikin ku tevli refên azadiyê bibin. Hêzên herêmî û navneteweyî, di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de şertan giran dikin û dixin riyeke neçareseriyê, polîtîkayên şîdetê ferz dikin û em bang li wan dikin ku dev ji van polîtîkayan berdin. Di bingeha mafekî gerdûnî ku ji mafê her gelî ye ku çarenûsa xwe tayîn bike, di vê bingehê de xweseriya demokratîk nas bikin û li hember îradeya gelê me rêzdar bin.”
ANF/BEHDÎNAN